28 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2015
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan: "Demirtaşê ku ji rageşiyê hez dike xuya ye têr nebûye û heqaretê li Serokwezîrê me dike û dixwaze wî daxe asta xwe."
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê Twitterê yê Akdogan hat weşandin, hat destnîşankirin ku şêweya Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş ya ku li dijî Serokwezîr Ahmet Davutoglu diemilîne bi serokê partiyekê nakeve.
Di daxuyaniyê da wiha hat got: "Demirtaşê ku ji rageşiyê hez dike xuya ye têr nebûye û heqaretê li Serokwezîrê me dike û dixwaze wî daxe asta xwe. Gelê me baş dizane ku kî çi ye û roja yekşemê wê nota her kesî bide."