İbrahim Atmaca
23 Nîsan 2020•Rojanekirin: 24 Nîsan 2020
23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan û 100emîn salvegera Meclisê tê pîrozkirin.
Serokê Meclisê Mustafa Şentop wê di çarçoveya salvegera 100emîn a vekirina Meclisê da çelenkê dayne ber Bîrdariya Ataturk û beşdarî merasimên bîranînê yên ku wê li Avahiya Meclisa Yekemîn werin lidarxistin, bibe.
Meclis wê bi rojeva taybet bicive û Şentop wê serokatiya Lijneya Giştî ya Meclisê bike. Li Meclisê fîşengên hewayî wê werin agirkirin û bi ronahî û lazerê rapêşî wê were kirin.
Li Anitkabîr û Avahiya Yekemîn a Meclisê wê merasimên bibîranînê werin lidarxistin. Alîkarê Serokomar Fuat Oktay û Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu jî wê him beşdarî van merasiman bibin û him jî beşdarî rûniştina taybet a Meclisê bibin.
Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu jî wê beşdarî merasima li Anitkabîrê û Lijneya Giştî ya Meclisê bibe.