15 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
ANKARA
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ji bo wergirtina Xelata Lontûsê ji bo heqê însanî û edaletê pîrozbayî li Parlamantera Kurda êzidî Vîyan Dexîl kir.
Barzanî, di peyama xwe ya pîrozbayiyê de kêfxweşiya xwe li ser wergirtina xelatê ji aliyê Parlamentera êzidî di Meclisa Iraqê de li ser lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê anî ziman.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de ev îfade bikar anîn:
"Wergirtina vê xelata di warê heqê însan û edaletê, rêzgirtin û pêzanîna rola diyar a we ye di parastina heqê însan û edaletê de. Bi taybetî jî parastina heqê xwişk û birayên me êzidî. Ji bo gihandina êş û azara wan bo civaka navneteweyî we gelekî hewl da. Herwiha we ji bo heqê zarokan û jinan jî parast û ji bo arîkariya wan xizmet kir."
Barzanî bal kişand ser kur û keçên êzidî û zarokên di destê terorîstan de û wiha dewam kir:
"Di hewl û çalakiyên ji bo dîtina van zarokan hêviya serkeftinê dikim. Ev xebat ji bo me, hemû mirovperweran, navendên heqê însanî û edaletê ye cihê rêz û pêzanînê ye. Em hemû piştîvaniya xwe ji bo serxistina vê peyama te ya însanî dubare dikin. Careke din pîroz dikim û her serkeftî bî."
- Xelata Lontûs
Xelata Lontûs li ser yadkirina endamê Kongreya Emrîka yê Mecarî Tom Lontûs ku sala 2008an wefat kir tê dayîn.
Viyan Dexîl jî li ser karesata Şengalê û trajediya Êzidiyan li Meclisa Iraqê giriyabû û ev yek di rojeva dinyayê de bi berfirehî cih girtibû, loma jî şayanê Xelata Lontûs a îsal hatibû dîtin.