Mihrîcana navdar a bi navê "Vîsa pour I'Image' di dinyayê de mîhrîcana herî girîng a wêneyên nûçeyan tê qebûlkirin. Nûçegîhanên wêneyan, ajansên nûçeyan, rojname û kovar beşdarî vê mihrîcanê dibin.
Mihrîcana ku di navbera 1 û 7 îlonê de li Perpîgnana bajarê Fransayê dê bê lidarxistin, ji sala 1989an vir ve tê li dar xistin û her sal hema hema 150 hezar kes vê festîvalê ziyaret dikin. AA jî cara ewil e ku dê beşdarî vê mihrîcanê bibe.
Alîkarê Midûrê Giştî Yilmaz Yaman, Rêvebirê Nûçeyên Dîtbarî Ahmet Sel û şaxa bazarkariyê dê bi hev re beşdarî mihrîcanê bin. Tê texmînkirin ku Serokê Lijneya Rêvebiriyê yê AAyê û Midûrê Giştî Kemal Ozturk jî dê festîvalê ziyaret bike.
Wekîlê Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Yaman der barê festîvalê de daxuyaniyek da. Yaman got ku di dinyayê de hewcedariya wêne, dîmen û nûçeyan ji ber weşanên online zêde dibe û ev jî tesîrê li ser medyayê dike.
Yaman got ku AA bi projeyên wek "Anadoluimages.com" ve serokatiya xwe ya li sektorê dê di qada global de jî bidomîne. Yaman wiha got: "Yên ku beşdarî mihrîcanê bibin dê ji nêz ve AAyê nas bikin."
Di mihrîcanê de sîteya "Anadolu ımages" ya ku li Tirkiye, Rojhilata navîn û Balkanan siteya wêneyan a herî mezin e dê bê nasandin. Ji bilî vê pêşbirka wêneyan a bi navê "Istanbul Photo Awards" ya ku dê 2015an de bê li darxistin jî dê di mihrîcanê de bê nasandin.
AA dê beşdarî hin çalakiyên nûçegihanên wêneyan ên navneteweyî pêşkeş dikin bibe. Di mîhrîcanê de AA jî hîn wêneyên xwe yên li welatên ku şer heye hatine kişandin dê bi projeksiyonê ve nîşan bide.
Wêneyên nûçegîhanên wêneyan ên AAyê yên ku li Sûriyeyê wezîfedarin jî slayteke bi navê "Heleb, Bajarê Kambaxbûyî" dê 6ê îlonê roja şemiyê li şanoya anfîyê ya bajêr bên nîşandan.
Mihrîcan dê mehekî dewam bike û welatî dê bikaribin ziyaret bikin