Nûnerên hin saziyên medyayê yên li Azerbaycanê Anadolu Agency ziyaret kir. Heyeta rojnamegeran ji bo perwerdeya medyayê ya ku TRT dide li Tirkiyeyê ye. Heyetê Anadolu Agency (AA) ziyaret kir û der barê xebatên AAyê û vîzyona AAyê ya 2020an de agahî hildan.
Edîtorê Nûçeyên Derveyî Welêt Ogun Duru pirsên rojnamegeran bersivandin û li ser esasên ku AA ji bo hedefên xwe yên 2020an raçav dike sekinî. Duru li ser vîzyona sala 100emîn ya AAyê pêşkêşî kir û got ku ew dixwazin heta 2020an bi 11 zimanan nûçeyan çêbikin û armanca wan ew e ku di dinyayê de bikevin nav 5 ajansên sereke.
Duru li ser zimanên weşana AAyê jî sekinî û got ku AA bi nûçeyên xwe yên Edîtoriya Nûçeyên Erebî ve ket pêşiya ajansên din. Duru got ku hewl tê dayîn ku li herêma Pasîfîkê rêxistiniya AAyê çêbibe.
Kordînatorê Akademiya Nûçeyan ya AAyê Hayrî Çavuş jî der heqê akademiyê de agahî dan û wiha got: "Akademiya Nûçeyan ji bo ku di asta navneteweyî de perwerdeyê bide û rojnamegerên nifşa nû perwerde bike, sê sal berê ji aliyê midurê me yê giştî Kemal Ozturk ve hat avakirin. Akademî di çarçoveya vîzyona sala 100emîn de ava bû û AA bi saya serê vê yekê ve rojnamegerê xwe bixwe perwerde dike."