SARAYBOSNA
Anadolu Agency (AA) di çarçoveya armanca xwe ya ku di nav 5 ajansên herî girîng ên dinyayê de cî bigire, dest bi weşana xwe ya bi ernawidî kir.
AA di çarçoveya vîzyona xwe ya sala 100emîn de dixwaze bi 11 zimanî weşanê bike. AA ji xeynî tirkî bi îngilizî, erebî, BHS (boşnakî, hirwatî, sirpkî), rûsî, kurdî (kurmancî û soranî), frensî weşanê dike û tevî projeya weşana bi ernawidî ev hejmar derket 8an.
Di çarçoveya weşana bi ernawidî de wê AA di serî de li Ernawidistan, Makedonya, Qeredax, Sirbistan, Bosna Hersek, li Ewropa û DYAyê jî xitabî medyaya ernawidan bike û weşanê bike.
AA di meha tebaxê de dest bi weşana ceribandinê ya ernawidî kiribû. Wê nûçeyên beşa ernawidî bi protokoleke ku berê hatibû îmzekirin li Ernawidistanê û Kosowayê ragihînin 12 aboneyan.
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk destnîşan kir ku em bi armanca xwe ya ku di nav 5 ajansên herî girîng ên dinyayê de cî bigirin dimeşin û wiha got: "AA îro di nav 10 ajansên herî mezin ên dinyayê de cî digire. Li her derê dibînim ku AA mezin dibe û ez kêfxweş dibim. Em li Rojhilata Navîn ajansa yekemîn in. Projeya me ya weşana ernawidî muhîm e. Li Balkanan bingeha me heye. Bi weşana ernawidî em ê li herêmê hêza xwe mezin bikin."