27 Hezîran 2019•Rojanekirin: 28 Hezîran 2019
Hêzên rejima Beşar Esed di du saetên dawîn da kêleka xala çavdêriyê ya 10 Numre ya Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) ya li Herêma Kêmkirina Rageşiyê Îdlibê du caran kir armanc.
Hêzên rejimê. kêleka xala çavdêriyê ya 10 Numre ya li herêma Zawiye ya li kirê başûrê Îdlibê, di du saetên dawîn da du caran da ber guleyên top û hawinan.
Hat ragihandin ku di êrîşê da ziyana madî çêbû û herwiha şewata ku li xala çavdêriyê derket jî hat vesandin.
TSKyê duh bi şev hêza zêdetir ku ji wesayîta zirîpoş, wesayîta veguhestina personel, çekên giran û muhîmatên wê pêk tê, şandibû xala çavdêriyê ya navborî.
Rejimê, herêma navborî 29ê nîsanê, 4, 12 û 31ê gulanê û herwiha 8ê hezîranê bi heman şêweyî kiribû armanc.
Li Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê 12 xalên çavdêriyê yên TSKyê hene ku di çarçoveya peymanên Astanayê da hatibûn avakirin.
Çend kîlometre li hemberî ciyên ku TSK ji bo mîsyona şopandina agirbestê lê bi cih bûye, unsûrên rejima Beşar Esed û komên biyanî ku Îranê piştevanê wan e, hene.