Ergin Garip
02 Mijdar 2022•Rojanekirin: 03 Mijdar 2022
Ajansa Anadoluyê (AA) di Fuara Bazirganiyê ya EXPO 2022yan ya Komeleya Karsaz û Pîşesazên Misteqîl (MUSÎAD) da cihê xwe girt.
AA bû şîrikê ragihandinê ya global a Fuara Bazirganiyê ya EXPO 2022yan.
Fuarê îro li Navenda Fuar û Kongretê ya Tuyapê dest pê kir.
Di standa AAyê da weşanên ajansê tên nîşandan, der barê xebatên AAyê da agahî tên dayîn û belavokên nasandinê tên belavkirin.
Ji bilî vê behsa sepanên AAyê "xeta kesk", "xeta teyîdê" û "xeta cudakariyê" tê kirin.
Termînala Nûçeyên Fînansê ya AAyê kete sala 10emîn ku di stantê da ev jî li ser ekraneke mezin tê nîşandan.
Stanta AAyê di salona 6emîn da ye û ji hêla beşdarbûyiyên herêmî û biyanî va eleqeyeke mezin dibîne.

Ji aliyê din va Serokê Giştî yê Komeleya Sanayîkarên Mustaqîl û Karsazan (MUSÎAD) Mahmut Asmali standa AAyê ziyaret kir.
Alîkarê Midûrê Giştî yê Berpirsê Karên Îdarî û Malî ya Ajansa Anadoluyê Oguz Enîs Peru Asmali li ber standê pêşwazî kir.
Peru pirtûka "Tirkiyeya 100 Salî" diyarî da Asmali.
Serokê MUSÎADê Asmali li vê derê daxuyanî da û diyar kir, ew kêfxweş bûn ku AA bû şirîkê ragihandina kurewî ya MUSÎAD EXPOyê û destnîşan kir ku Ajansa Anadoluyê xurûra neteweyî ya Tirkiyeyê ye.
Asmali daxuyand ku AA li her derê dinyayê fealiyetê dike, nûçeyên mifadar çêdike û xizmeteke pir mezin a qamûyê dike.