20 Nîsan 2016•Rojanekirin: 22 Nîsan 2016
BRUKSEL
Alîkarê Midûrê Giştî û Berpirsiyarê Weşanê yê Ajansa Anadoluyê (AA) Metîn Mutanoglu çû serdana Balyozê Brukselê yê Tirkiyeyê Mehmet Hakan Olcay.
Serdana Mutanoglu li Balyozxaneya Brukselê yê Tirkiyeyê pêk hat û di serdanê da Endamê Lijneya Rêvebiriyê ya AAyê Muhammet Salih Demirkan, Dîrektorê Firotin û Bazarkirinê Nedîm Kaya û Edîtorê Nûçeyên Ewropayê Yusuf Kaya hazir bûn.
Di hevdîtina ku Mişawirê Çapemeniyê ya Balyozxaneya Brukselê Veysel Filîz jî hazir bû da der barê xebat û projeyên AAyê da agahî dan Olcay.
Olcay jî destnîşan kir ku xebat û nûçeyên AAyê ji nêz va teqîb dike. Piştî hevdîtinê Mutanoglu wazoyeke ferfûrî diyariyê Olcay kir.