Wêneyên nûçegihanê wêneyan ê Anadolu Agencyê (AA) yê li Peruyê Sebastian Castenada di pêşbaziya wêneyan a Pictures of the Year Internationalê (POYI) de xelat wergirt.
Castenada bi wêneyên xwe yên der heqê serdana hecê ya li Dêra Hz. Îsayê Mehkûm a li Ayabacaya li Perûyê tevlî pêşbaziyê bû û di kategoriya hevpeyvînê de xelata Award of Excellenceyê sitend.
Pêşbazî bi destê Fakulteya Rojnamevanan a Zanîngeha Mîssouriyê ya li DYAyê tê kirin û ji sala 1944an vir ve her sal di kategoriyên cur bi cur de xelat tên dayîn.
Îsal di jûriyê de Melissa Lyttle, James Oatway, Patrick Witty, Jacqueline Larma, Gary Hershorn, Paul Kitagaki Jr. , Jamie Squire, Adrees Latif, Deanne Fitzmaurice, Annie Griffiths, John Kaplan, Meredith Birkett Hogan, Kim Komenich, Stephen Mayes û Janet Reeves hebûn.