Nihat Kavşut
09 Mijdar 2021•Rojanekirin: 10 Mijdar 2021
Balyozê Enqereyê yê Îranê Mihemed Ferazmend Midûriya Giştî ya Ajansa Anadoluyê ziyaret kir.
Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya AAyê û Midûrê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz û Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê û Gerînendeyê Weşana Giştî Yusuf Ozhan mazûvaniya Balyoz Ferazmend kir.
Karagoz diyar kir ku ew seba hatina Ferazmend kêfxweş bû û der barê sazûmaniya kurewî ya AAyê û xebatên wê da agahî da Ferazmend.
Balyoz Ferazmend jî diyar kir ku ji bo xurtbûna têkiliyên herdu welatan AA di serî da medya girîng e.