MARDÎN
Ajansa Anadolûyê ji bo vîzyona 100mîn salvegera xwe û ber bi armanca xwe ya weşana bi 11 zimanên cuda jixwebawer dimeşe. AA ji bilî tirkî, bi îngilizî, erebî, rûsî, boşnaqî, sirpî, hirvatî nûçeyên xwe belav dike û di cîhanê de dike ku bikeve nava 5 ajansên bijarte. Her wiha bi kurdî her du zaraveyên wê kurmancî û soranî jî dê dest bi weşanê kir û bi vî şiklî nêziktirê armanca xwe bû. Ajansa Anadoluyê bi boşnaqî, hirvatî û sirpî ji bo Balkanê, bi erebî ji bo Rojhilata Navîn, bi rûsî ji bo Asyaya Navîn, bi îngilizî jî ji bo hemû dinyayê nûçeyan amade dike û niha jî dixwaze bi nûçe, wêne û dîmenan kurdan ji bûyeran agahdar bike.
Bi munasebeta ku Ajansa Anadoluyê bi zimanê kurdî û bi her du diyalektan kurmancî û soranî dest bi weşanê dike Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş jî got: "Di Ajansa Anadoluyê de weşana bi zimanê kurdî dest pê dike. Ji ber vê pêngava wan, em wan pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin."