Ji bo pêşbirkê 22 wêneyên bijarte hatin diyarkirin. Ji bilî Tirkiyeyê ji Misrê, Sûriyeyê, Filistînê, Ukraynayê, Amerîkayê, Fransayê, Filipînê û gelek welatên cuda li ser 12 hezar navnîşanên IPyê deng hat dayîn.
Wêneyên bijarte yên AAyê bi jêrenivîsa tirkî, ingilizî û erebî ji bo dengdanê hatin weşandin û edîtorên AAyê yên wêneyan ev wêne kifş kiribûn. Encama vê pêşbirkê wiha ye:
Di kategoriya nûçeyan de ji Qahireyê wêneyê Musaab El Shamyê ya bi navê "Gulebarandina li ser Demokrasîxwazan" bû yekem. Ev wêne di nav "10 wêneyên herî baş yên salê" yên ku Timê hilbijartibû de jî cih girt û di çapemeniya navneteweyî de jî gelekî hat bikaranîn.
Wêneyê Cem Genco ya bi navê "Teqîna li Reyhanliyê" jî di kategoriya nûçeyan de wek wêneyê duyem hat hilbijartin. Huffîngton Post û Getyy Imagesê jî ev wêne di nav wêneyên herî baş ên salê de hat nişandan. Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek jî ev wêne hilbijartibû.
Wêneyê Eyuphan Kiliç yê bi navê "Mizgefta Emewiyê hat bombekirin" jî bû sêyem û di çapemeniyê de gelekî cih girt. Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz û Wezîrê Dadê yê berê Sadullah Ergîn jî ev wêne hilbijartibûn.
-Jiyan
Di kategoriya jiyanê de wêneyê Ezz Zanooyê ya bi navê "Li Xezzayê Tekoşîna Jiyanê" bû yekem. Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu û Wezîrê Gihandin, Ragihandin, Behrevaniyê yê berê Bînalî Yildirim deng dabûn vî wêneyî.
Wêneyê Berk Ozkan ya bi navê "Stenbol, berf û qaqlibaz" bû duyem, wêneyê Kadir Yildirim ya bi navê " Li Îneboluyê Bahoz" jî wek wêneyê sêyem hat hilbijartin.