Hin kesan û saziyan îdia kirin ku AAyê wêneyên mitînga Serokwezîr Erdogan ya Sakaryayê fotomontaj kiriye û ev wêneyên bifotomontaj ji aboneyên xwe re şandiye. Li ser vê îdiayê ya ku li çend cihan hat gotin Midûriyeta Giştî ya Anadolu Agencyê (AA) ev kes gilî kirin.
Bi taybetî 39 kesên li ser medyaya civakî der barê îdiaya fotomontajê de şîrove kirin û di van şîroveyên xwe de "Şeref û rûmeta AAyê binpê kirin, rêz û rûmeta wê negirtin, zirar dan qîmeta marqeya wê" gilî hat kirin.
Di daxwaznameyê de hat tespîtkirin ku 39 kesan navê AAyê eşkere gotine û li gor madeya 125emîn a Qanûna Cezayê ya Tirk sûcê "heqaret"ê kirine.
Di daxwaznameyê de hat gotin ku van kesan li ser medyaya civakî hewl daye ku der barê AAyê de dijminatî çêbe û ji ber vê divê der heqê van kesan de lêkolîn bê kirin ku ka sûcê "tevrakirina kîn û dijminatiyê" çêbûye an na.
Piştî îlankirina sûc, Midûriyeta Giştî ya AAyê xwe amade dike ku doza tazmînatê ya maddî û menewî veke.
-Êrîşên li tîma AAyê
Ji hêla din Midûriyeta Giştî ya AAyê îlan kir ku ew dê der barê kesên ku di xwepêşandanên Îzmir û Enqereyê de êrîşî kameraman û nûçegihanê wêneyan yê AAyê kirine de jî dozê vekin.
Êrîşkaran li Enqereyê êrîşî nûçegihanê wêneyan yê AAyê Rauf Maltaş kiribûn û makîneya wî ya wêneyan û telefona wî ya berîkê şikestandibûn.
Dîsa li Îzmirê êrîşkaran êrîşî kameramanê AAyê Huseyin Kanber kiribûn û hewl dabûn ku kameraya wî bişkînin.