ÎSTANBÛL Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk der barê wêneyên sûcên şer ên Sûriyeyê de got: "Heke ku hûn evqas zêde belav bikin bandora wan namîne û bê tesîr dibin."
Anadolu Agency (AA) wêne û belgeyên sûcên şer belav kiribû. Wêneyan li çar aliyê dinyayê û di Konferansa Cenewre-2yê de jî gelekî deng vedan. Lê Midûrê Giştî yê AA yê Kemal Ozturk destnîşan kir ku heke belavkirina wan wêneyan zêde bê kirin bandor ji holê radibe û tesîra wan gelekî hindik dibe.
Komeleya Karsaz û Pîşesazên Serbixwe (MUSÎAD) cara ewil "Civînên Xwe bi Xwe" li dar xist. Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê AAyê Ozturk jî beşdarî civînê bû û di pêşkêşiya bi sernavê "Di Medyayê de Rêveberiya Ferasetê" de xeberda. Ozturk da zanîn ku bi qestî dereng dayîna nûçeyekê bi serê xwe manîpulasyon e û wiha dewam kir: "Ji bo nûçeyê mirov dikare wiha bejê. Bifikirin ku kesên kor dê fîl bi we bidin nasandin. Ji ber ku ew kes nabînin ewê dema ku destê xwe li ser bigerînin dê yan lingê fil yan guhê wî û yan jî xortoma wî dê bê destê wan û ewê jî li gor vê fîl bidine nasîn. Medya jî wek nasandina wan wî fîlî bi tevahî nîşan nade. Medya li ser feraseta merivan gelek bi bandor e. Der barê tiştekî de çiqas bixwazin bi tenê ewqasî didin medyayê. Îro li ser medyaya înternetê guhertina feraseta merivan gelek hêsan bûye. Ji ber vê jî em ji bo ku rastiya baş hîn bibin divê ji çavkaniyên ji hev cuda cuda nûçeyan bişopînin. "
"AFP dipirse gelo çawa dibe ku hûn dikarin van wêneyan bistînin û em nikarin?"
AAyê belgeyên sûcên şer yên ku li Sûriyeyê qewimîne belav kir. Li ser pirseke der barê vê mijarê de Ozturk got: "Edîtorê Wêneyan yê Agence France Presse (AFP) telefonî Edîtorê Wêneyan yê AAyê dike û jê re dibêje "Gelo çawa dibe ku hûn dikarin van wêneyan bistînin û em nikarin? Di dinyayê de Ajansa ku ewilî ev wêneyana weşand AA bû. Dibêjin ji bo ku li ser Konferansa Cenewre-2yê bi bandor bin ev tiştî kirin. Ne wisa ne, lê heke dê xwîna li wê derê diherike û kuştinên li wê derê bide sekinandin ev baş bûye."
Ozturk bûyerên Parqa Geziyê ku di medya û çapemeniya dinyayê de çawa cih girtin bi bîr xist û destnîşan kir ku êdî ji ber ku AAyeke bi hêz li hemberî wan heye newêrîn nûçeyên derew çêbikin. Lewra êdî ew medyayên ku nûçeyên derew çêdikin nikarin wek berê li Rojhilata Navîn li gor heşê xwe tevbigerin.