Anadolu Agencya ku di qada wênekêşiya nûçeyan de her diçe xebatên xwe pêş ve dibe, gaveke din avêt û dê bi navê "Istanbul Photo Awards"ê pêşbirkeke wêneyan li dar bixe.
Anadolu Agencya ku di çarçoveya vîzyona sala 100emîn de dixwaze bibe ji yek wan 5 ajansên nûçeyan ên dinyayê û bi 11 zimanan nûçeyan çêbike dê sala pêş me pêşbirkeke wêneyan li dar bixe.
Pêşbirka wêneyan a bi navê "Istanbul Photo Awards" dê bibe pêşbirkeke navneteweyî û nûçegihanên ku wêneyên herî baş ên ku bandora wan li ser rojeva dinayê heye kişandine dê beşdarî pêşbirkê bibin.
Di pêşbirka wêneyan "Istanbul Photo Awards"ê de di 4 kategoriyan de, jê yek Xelata Taybet a Juriyê, bi giştî dê 13 xelat bên belavkirin.
Serlêdanên pêşbirkê dê 1ê çiriya paşîn dest pê bikin û dê 31ê çileya pêşîn biqedin.
Juriyeke navneteweyî ya ku ji edîtorên kovar, rojname û saziyên çapemeniyê yên herî bi navdar pêk tê dê serkeftiyên pêşbirkê hilbijêrin.
Serkeftiyên pêşbirkê di adara 2015an de dê bên îlankirin û di meha nîsanê de jî li Stenbolê bi merasimeke mezin ve dê xelatên xwe hildin.
Rêvebirê Weşana Nûçeyên Dîtbarî yê AAyê Ahmet Sel daxuyand ku di qada nûçe û di qada werzişê de wêne dê beşdarî pêşbirkê bibin. Hûrgiliyên pêşbirkê dê li rojên pêş me di malpera anadoluimages.comê de bên weşandin.
Serlêdanên pêşbirkê dê li malpera "istanbulphotoawards.com"ê bên kirin.
Xelatên pêşbirkê wiha hatin diyarkirin:
|
Kategorî
|
Yekemîn
|
Duyemîn
|
Sêyemîn
|
|
Wêneyê Nûçeyê Yek
|
$8000 USD
|
$3000 USD
|
$1500 USD
|
|
Wêneyê Nûçeyê Pir
|
$8000 USD
|
$3000 USD
|
$1500 USD
|
|
Wêneyê Werzişê Yek
|
$8000 USD
|
$3000 USD
|
$1500 USD
|
|
Wêneyê Werzişê Pir
|
$8000 USD
|
$3000 USD
|
$1500 USD
|
|
Xelata Taybet a Juriyê
|
$8000 USD
|