ANKARA
"Oscarên Çapemeniyê yên 2014an" ên ku ji aliyê Komelaya Rojnamevanên Cîhanê ve tên lidarxistin, hatin dayîn. Di kategoriya çapemeniyê de xelata "Ajansa Herî Baş a Nûçeyan" dan Anadolu Agencyê (AA).
Arîkarê Serokê Komelaya Rojnamevanên Cîhanê Orhan Selen di merasima xelatdayînê ya ku li Hêwana Meclisê ya Odeya Bazirganiyê ya Ankarayê hat lidarxistin de axivî û got ku helw didin ku di nav rojnamevanên li Tirkiyeyê û yên li cîhanê de têkliyan daynin.
Selen rêjeya firotina rojnameyan a Tirkiyeyê û ya welatên pêşketî da ber hev û got ku "Divê li welatê me rojnamevanî ji nû ve geş bibe û bê asteke ku mirov jê bawer bike."
Di çarçoveya "Oscarên Çapemeniyê yên 2014an" de di şaxên cur bi cur de xelat hatin dayîn. Di kategoriya çapemeniyê de xelata "Ajansa Herî Baş a Nûçeyan" dan Anadolu Agencyê (AA).
Nûçegihana Edîtoriya Nûçeyên Navxweyî Duygu Ozkumuş Can li ser navê Anadolu Agencyê xelata ku hat dayîn, girt.