Ji 104 welatan serî li "Istanbul Photo Awards"a ku Anadolu Agency (AA) îsal cara ewil li dar dixe û tê payîn ku bibe yek ji pêşbaziyên wêneyan ên herî bi prestîj, dan.
Juriya pêşbaziyê ya ku ji kesên ji hemû aliyê cîhanê ve tên naskirin, pêk tê dê di 14-15ê adarê de li Stenbolê bê bal hev û kesên ku di pêşbaziyê de bi ser ketin, eşkere bikin.
Encam dê di meha nîsanê de bi civîna çapemeniyê ya ku dê bê kirin bi awayekî berfireh ragihînin cîhanê. Piştî ku wêneyên bi ser ketin hatin hilbijartin dê li Stenbol û Ankarayê pêşangeh bê vekirin û dê ji wêneyan albumekê jî çêkin.
-11 hezar û 587 wêne hatin şandin
Pêşbazî ji ser malperên girîng ên alema wêneyan û çapemiya civakî hat îlankirin. Digel ku dê cara ewil bê lidarxistin jî dîsa ji bo pêşbaziyê eleqeyeke mezin heye.
Serlêdanên ji bo pêşbaziyê di 1ê sermawezê de dest pê kirin û ji destpêka serlêdanan heta niha 31ê kanûna paşîna ku ji bo serlêdanan roja dawîn bû, ji pêşbaziyê re ji 104 welatan 11 hezar û 587 wêne hatin şandin. Serlêdan ji ser navnîşana "istanbulphotoawards.com"ê hatin kirin.
Di pêşbaziyê de dê ji bo çar kategoriyên wekî tekane nûçe, wêneyên rêza nûçeyan, tekane werzîş û wêneyên rêza werzîşê û xelata taybet a juriyê bi tevahî 58 hezar dolar bê dayîn. Dê 8 hezar dolarî bidin yekemînên her kategoriyê, 3 hezar dolarî bidin duyemînên her kategoriyê û hezar û 500 dolarî jî bidin sêyemînên her kategoriyê.
-Jurî bi endamên xwe yên ku xelatên Pulitzer û Word Pressê sitandine, balê dikşîne
Pêşbaziya "Istanbul Photo Awards" ji bo beşdariya wênekêşên çapemeniyê yên pispor ên ku bi wêneyên ku kişandin di rojeva cîhanê de cî girtin, vekiriye. Di nav kesên navdar ên di juriya ku dê kesên ku pêşbaziyê de bi ser ketin diyar bike de, Edîtora Wêneyan a Timeyê Alice Gabriner, damezrînerê Shanghai Center of Photography (SCOP)ê Liu Heungê ku xelata Pulîtzerê sitandiye , edîtorê wêneyan a kovara Sternê Harald Menk, ji dîrektorên Getty Îmagesê Georges Dekeerle û dîrektorê departmana pêşxistina wêneyan a AFPyê Michel Scotto cî digire.
Di juriyê de digel fotonûçegihanên ku xelata World Pressê girtine Yuri Kozirev, Guillaume Herbaut û Patrick Chauvel, Berpirsyarê Weşana Nûçeyên Dîtbarî yê Anadolu Agencyê Ahmet Sel û Edîtorê Serwîsa Wêneyan a Anadolu Agencyê Firat Çaglayan Yûrdakûl jî cî digirin.
"Istanbul Photo Awards"ê cara ewil di festîvala wêneyên nûçeyan a bi navê "Visa Pour l'Image Perpignan" a ku di 1-7ê îlonê de li Fransayê hatibû lidarxistin de ji wênekêşên navneteweyî re dabûn nasandin.
Agahiyên berfireh ên der barê pêşbaziyê de di malpera "istanbulphotoawards.com"a ku bi taybetî ji bo pêşbaziyê hat vekirin û di navnîşana "anadoluimages.com"ê de cî digirin. Encam dê ji ser portala wêneyan a edîtoryal a online ya herî mezin a Tirkiye, Rojhilata Navîn û Balqanan "anadoluimages.com"ê jî bên ragihandin. Li "Anadolu Images"ê digel arşîva edîtoryal a 94 salî ya AAyê wêne û dîmenên herî rojane û girîng ên ku fotonûçegihanên li çar aliyê cîhanê lê barkirine, cî digirin.