Ahmet Aydın
27 Hezîran 2019•Rojanekirin: 29 Hezîran 2019
Di çarçoveya projeya "Takekesên Xwendewar ên Serdema Dijîtal" de, li Ajansa Anadoluyê (AA) "Perwerdeya Peywendiya Dîjîtal" dan 96 mamosteyên ji 49 wîlayetan.
Perwerdeya ku li Salona Konferansê ya AAyê birêve çû, di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Mektebên Perwerdeya Siruşt û Zanistê ya TUBÎTAK 4004ê de, ji aliyê Rêveberiya Perwerdeya Millî ya Wîlayeta Konyayê ve bi hevkariya TRT, AA û Saziya Teknolojiyên Zanyarî û Peywendiyê (BTK) hat lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de Gerînendeyê Nûçeyên Tirkiyeyê ya AAyê Hasan Oymez di mijara "Hêza Nûçeya Nivîskî", Edîtorê Nûçeyên Fotografî ya AAyê Firat Yurdakul di mijara "Hêza Fotografan û Xwendina Fotografan" û herwiha Rêveberê Akademiya Nûçeyan ya AAyê Hayrî Çetinkuş di mijara "Di Medyayê Têgihadin" de perwerde dan û bersiva pirsan dan.
Gerînendeyê Nûçeyên Tirkiyeyê ya AAyê Hasan Oymez di axafitna xwe ya li vêderê de destnîşan kir ku ji sedî 75-80yê naverokên nûçeyên li ser medyayê ji aliyê Ajansa Anadoluyê ve tên berhemanîn û îfade kir ku nûçeyên AAyê ji aliyê saziyên din ên medyayê ve li ser rêzika polîtikayên weşanê tên vepîvîn û digihije cemawera xwendewaran.
Oymez tekezî li wê yekê kir ku guherankariyên di polîtîkayên weşanê de, şikil dide nûçeyan unsûrên îdeolojîk dixe ser de û wiha got, "Di xwendewariya medyayê de bi berahî pêdivê çawayiya gihiştina çavkaniya zanyariyê bê hînkirin. Heke em negihijin çavkaniyê, em bi veguhêzê re sînordar bimînin, emê muhtacî îdeolojî û însafa kesê ku zanyarî berhem aniye bimînin."
- "Pêdivê mirov qet baweriyê bi nûçeyên nediyar neke"
Oymez anî ziman ku xwendewariya medyayê ji bo medyaya civakî jî derbasdar e û wiha axivî:
"Dibe ku medya bûyeran li gorî nerîna îdeolojîk binirxîne. Pêdivê em jibîr nekin ku îdeolojî di nava nûçeyan de reng vedide. Piştî ku nûçeyên ku ji kesên nediyar re tên etifkirin di nava medyayê de belav dibin, hûn çiqasî daxuyaniyê bidin jî îdî fêde nake. Ji ber vê yekê pêdivê mirov qet baweriyê bi nûçeyên nediyar neke."
Rêveberê Akademiya Nûçeyan ya AAyê Hayrî Çetinkuş jî bal kişand ser wê yekê ku armanca berahî ya medyayê pêdivê ragihandina zanyariya pêbawer be û tekezî li wê yekê kir ku AA qorika nûçeguzariya pêbawer e.
Çetinkuş anî ziman ku di dersên xwendewariya medyayê de pêdivê xwendekar di warê bidûdeçûna çavkaniya nûçeyê de bên perwerdekirin û wiha pê de çû:
"Çimkî medya, ji ragihandina nûçeyan wirdetir hewl dide li ser kesan fikrên xwe bide sepandin. Pêdivê em zarokan ji vê biparêzin. Hin caran nûçe gelekî masûm dixuye lê di nava peyama wê de têgihandinên bervajî û çep hene. Pêdivê di dersên xwendewariya medyayê de ev rewş berçav bên girtin"