Türkan Tosun,İbrahim Atmaca
24 Hezîran 2019•Rojanekirin: 26 Hezîran 2019
Ajansa Anadoluyê (AA) ya ku ji sala 2014an vir va encamên 6 hilbijartinan û encamê referanduma 16ê nîsanê ragihande Tirkiye û dinyayê ji bo encamên hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê 23ê hezîranê bû çavkanî û dîsa encam ragihandin raya giştî.
Di hilbijartina ku duh hat kirin da Ekrem Îmamogluyê namzedê CHPyê yê Tifaqa Gel ji sedî 54,21ê rayan hilda û bû Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê. Îmamoglu wek Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê 17emîn navê xwe da nivîsandin. Bi van encamên duh hatin beşkerekirin va niqaşên 3 meh bûn dewam dikirin jî dawî bûn.
Piştî ku Lijneya Hilbijartina Bilind (LHB) qedexeya weşanê rakir Ajansa Anadoluyê daneyên hilbijartinê gihand aboneyên xwe. LHByê di saet 19.15an da qedexeya weşanê rakir û AAyê jî li ser navnîşana "secim.aa.com.tr"yê encam weşandin.
Şenol Kazanciyê Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriya Ajansa Anadoluyê daxuyand piştî rakirina qedexeya weşanê ajansê encamên herî rojanekirî gihande bi sedan saziyên herêmî û biyanî.
Kazanci got duh êvarê AAyê di nav du saet û nîvan da ji sedî 99ê daneyan gihande aboneyên xwe.
- "Me wezîfeya xwe ya agahîdayina raya giştî kir"
Kazanci anî ziman îsal 2 hezar û 250 saziyên çapemeniyê bûn endamê daneyên sandiqê yên Ajansa Anadoluyê û ev dane bi 13 zimanan bi awayekî hevdemî li dinyayê hat belavkirin.
Ji bo belavkirina daneyan Kazanci got wan ekîbeke pispor amade kiriye, çapemeniya Ewropa, Amerîka û Ereban ji AAyê encam şopandine.
Kazanci got ajansê wezîfeya xwe ya agahîdayina raya giştî kiriye û wiha dewam kir: "Di hilbijartina Stenbolê da me daneyên ji sandiqê hatine hildan bi grafîkan gihande aboneyên xwe."
Ajansa Anadoluyê wek hilbijartinên berê aneyên ji sandiqê hatine ji sedî 99 eşkere kir û ji bo eşkerekirina encamên ji sedî 100î ji LHByê ra hîşt.
Ji bo sedema eşkerekirina encamên ji sedî 100î ya LHByê Kazanci wiha axivî: "Ajansa Anadoluyê daneyan tenê ji sandoqên ku li dibistanan hatine danîn, berhev dike û ji aboneyên xwe û raya giştî ra radigihîne. Ev dane tenê ji zebtên encama jimartinên ser sandoqan tên bidestxistin û AA van daneyan bi lez û bez ji aboneyên xwe ra radigihîne. Ji bilî vê daneyên sandoqên seyar û sandoqên girtîgehan tenê YSK dibîne. Ji ber vê di her hilbijartinê da daneyên AAyê dora sedî 99an da dimîne. Di hilbijartina duh da jî dane di sedî 99,37an da sekinî û ji bo encama esil em li benda daxuyaniya YSKyê man. Encamên teqez ên nefermî îro serê sibê ji aliyê YSKyê va hatin ragihandin. Dema ku meriv li rêjeya dengên ku ji aliyê YSKyê va hatin eşkerekirin dinhêre, tê dîtin ku daneyên AAyê û daneyên fermî yek û yek ji hev digrin. Li gor daneyên AA û YSKyê rêjeya dengan wiha temam bûye: namzedê Tifaqa Gel Ekrem Îmamoglu ji sedî 54,21, namzedê Tifaqa Cumhur Bînalî Yildirim ji sedî 44,99."
- "AAyê hilbijartina Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê bi awayekî gelek serkeftî ji raya giştî ra ragihand"
Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê û Midûrê Giştî Kazanci bal kişand ku Ajansa Anadoluyê weşandina daneyên ser encamên hilbijartina Stenbolê ya 23yê Hezîranê li gor rêbazên weşangeriya mesûliyetê hat kirin û wiha dewam kir:
"AAyê hilbijartina Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê bi awayekî gelek serkeftî ji raya giştî ra ragihand. 10 milyon û 560 hezar û 963 hilbijêran li ser 31 hezar û 342 sandoqan rey avêt. Serkeftineke gelek mezin e ku daneyên hilbijartineke ev qas mezin, bê pirsgirêk di nav 2 saet û nîvan da ji gelê me ra hat ragihandin. Li dinyayê tu saziyeke din a weşanê tuneye ku vî karî pêk bîne. Li welatên herî pêşketî jî tenê anketên sandoqan tên dayîn, lê AA di her hilbijartinê da li tevahiya Tirkiyeyê daneyên ser sandoqê vediguhêze û ji dinyayê ra weşangeriyeke mînak dike. Her wiha hûrgiliya herî girîng a ku serkeftina me qewî dike jî ev e; weke her hilbijartinê daneyên ku em radigihînin, di hilbijartina Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê da jî daneyên AAyê û yên YSKyê yek û yek eynî derketiye. Ji bo vê serkeftina ku piştgiriyeke mezin dide jiyana me ya demokratîk, ez hemû ekîma me pîroz dikim."
Kazanci destnîşan kir ku Ajansa Anadoluyê di çarçoveya hedefên ku Mustafa Kemal Ataturk di 1920î da nîşan daye da wê berjewendiyên alî yên Tirkiyeyê biparêze û dengê însanê Anadoluyê weke roja ewil bi biryardarî û kelecanê va ji dinyayê ra ragihîne û xebata xwe bidomîne.