Ajansa Anadoluyê ya ku 6ê Nîsana 1920an da bi telîmata Xazî Mustafa Kemal Ataturk dema Şerê Serxwebûnê ji bo ku dengê Anadoluyê bigîhîne dinyayê hat avakirin, di sala xwe ya 100emîn da ji roja Têkoşîna Neteweyî vir va rêwitiya xwe ya nûçeyan bi serkeftî didomîne.
Di dema Têkoşîna Neteweyî da Ajansa Anadoluyê tevgera serxwebûnê him gihande welêt û him jî gihand dinyayê, ji ber vê ew di dîroka Komarê da xwedî cîhekî t e.
- Beriya AAyê û dema avabûna wê
Di Împaratoriya Osmaniyan da beriya ku Ajansa Anadoluyê ava bibe ajansa Havas Reuterê xebatên xwe dikir.
Împaratoriya Osmaniyan di 30ê Cotmeha 1918an da Peymana Mondorosê îmze kiribû di Şerê Cîhanê ya Yekem da têk çûbû. Mitefîqan pîştî bê peymanê Stenbol dagir kiribûn, li gor peymana wan û hikûmeta Damat Ferît Paşa biyaniyan dikaribûn nûçe çêbikirina. Nûçeyên Ajansa Tirkiye-Havas Reuterê ne li gor berjewendiyên Tirkiyeyê bûn. Xazî Mustafa Kemal ji ber van nûçeyan aciz bû.
Xazî Mustafa Kemal Ataturk di wan rojan da dixwest dengê Têkoşîna Netewey bigîhîne dinyayê û ji bo vê ajansekê ava bike.
Di 16ê Adara 1920an da Stenbol bi fermî hat dagirkirin, Meclisa Maebusan hat girtin. Xazî Mustafa Kemal di 19ê Adarê da nivîsek ji bajaran ra şand ku ji bo ku li Enqereyê Meclisek bicive divê hilbijartin bê kirin. Hin rewşenbîrên dizanibûn êdî ew nikarin li Stenbolê bimînin jî dixwestin beşdarî Têkoşîna Neteweyî bibin û ji xwe ra rêyek digeriyan. Ev geşedan wê bûbûya sedema avakirina Ajansa Anadoluyê.
Avabûna AAyê di wan rojên zehmet da pêk hat. Ji wan rewşenbîrên dixwestin beşdarî Têkoşîna Neteweyî bibin jê du kes jî Yunus Nadî (Abalioglu) û Halîde Edîp (Adivar) bûn. Dema ew diçûn Anadolyê û wan li rawestgeha Akhîsarê navberak da ew li ser vê fikrê axivîn ku çawa ew bigîhîjin Enqereyê ewê teşkîlateke ajansê ava bikin.
- Navê "Ajansa Anadoluyê"
Navê "Ajansa Anaoluyê" ya ku bûye marqeyek girîng a Tirkiyeyê çawa derket holê? Ev di bîranînên Yunus Nadî da heye.
Yunus Nadî axaftina xwe û ya Halide Edipê ya li rawestgeha wiha vedibêje;
“31ê Adarê, sal 920. Gihîştina roja me ya çaran a Geyveyê ye, sibeha sibêye. Îro emê çûyîna xwe ya ber bi Enqereyê bidomînin. Lewra em benda qefîleya Xalîde Edîbê bûn, ew duh êvarêhatin Geyveyê. Ez dema bêhnvedanê ya li rawestgeha Akhîsarê hinekî li ser piyan bi Halîde edîp Xanimê ra axivîm."
Pêşniyaza Halîde Edîpê ya ku teşkîlateke ajansê bê avakirin di qeydan da wiha derbas dibe:
- Xanim şerta ewil. Paşê teferuat hewce dike mînak gava ewil neşriyat e ku pêdiviya wê bi teşkîlatê heye. Paşê propaganda...
- Helbet hemû dor bi dor tên kirin. Lê li gor fikra min karê ewil divê ajans be. Heta heke hûn bixwazin em navê wê jî daynin. Mînak Ajansa Tirkan, Ajansa Enqereyê, Ajansa Anadoluyê...navên din jî dikarin bên dîtin.
- Li gor min 'Ajansa Anadoluyê' navê herî baş xuya dike
- Li gor min jî wisa. Ne wisa? Ya ku wê ewil xwe û hemû welêt xilas bike Anadolu ye. Nexwe em biryara xwe bidin: Ajansa Anadoluyê...
- Belê xanim, Ajansa Anadoluyê...”
Rêwitiya nûçeyan ya Ajansa Anadoluyê bi axaftina Yunus Nadî û Xalîde Edîpê ya li rawestgeha Akhîsara Geyveyê va dest pê kir.
Qefîle 1ê Nîsana 1920an da gihîşt Enqereyê. Bi gotina Yunus Nadî "4 an jî 5ê şeva nîsanê" li baregeha Mustafa Kemal a li Mekteba Ziraetê (Midûriyeta Giştî ya Karên Meteorolojiyê ya Dewletê) piştî xwarinê behsa vekirina Ajansa Anadoluyê hat kirin.
Yunus Nadî der barê wê şevê da wiha dibêje: "Di mijara Ajansê da biryara me wiha bû: Roja ewil Paşa wê Ajansa Anadoluyê teqdîmê hemû welêt bikira. Yanê wê bigota ji ber van sedeman li Enqereyê Ajansa Anadoluyê hat avakirin. Wê bigota 'Ewê her aliyê welêt di vê rewşa nebaş da ji nûçeyan haydar bike. Ev ajans teblîgata xwe di van şertan da qasî ku derfet hebin wê belavî her aliyê welêt bike.' Ez û Halîde Edîp Xanim jî me yê nûçeyên fermî, nefermî, herêmî û biyanî berhev bikira û herî kêm rojê du caran bi telgxaneyê va bişanda."
Xalîde Edîp di bîranînên xwe da behsa axaftina xwe û Mustafa Kemal dike û wiha dibêje: "Min axaftina me ya li ser rê, axaftina me ya wê sibê ya bi jinan ra anî bîra xwe û heman min behsa ajansê ya ku min û Yunus Nadî Beg me xeber dabû kir. Ne ji dinyayê û ne jî welêt meneya tevgera neteweyî fêm kiribûn. Lewra di vê mijarê da nûçe hilnedidan. Min got me bi Yunus Nadî Beg ra behsa vê mijarê kiriye. Teklîfa me ew e ku em van nûçeyên ajansê ji cihên ku telgrafxaneyên wan hene ra bişînin. Cihên tune ne jî em li mizgeftan wek îlan daliqînin. Ji bilî vê ji bo ku em rewşa dinyayê bizanibin jî rojnameyên Frensî û Îngilizî yên herî muhîm di wextê wan da em bînin. Di nav van rojnameyan da di serî da Manschester Guardian, Times û Daily Chronicle ya ku fikrên Lloyd George belav dike hebûn. Me li ser vê fikrê hevdu kir. Paşê Yunus Nadî Beg heman li wir xwest ew alîkariya rojnameya Hakimiyet-î Milliyeyê jî bike û vê daxwazê ji Mustafa Kemal Paşa ra got. Min got makîneyeke nivîsê hewce dike. Wî jî got ewê ji Bankaya Osmaniyan vê peyda bike."

- Giştînameya Dîrokî
Piştî vê civînê 6ê Nîsana 1920an da Ajansa Anadoluyê hat avakirin. Mustafa Kemal Ataturk ji bo ku avakirina Ajansa Anadoluyê bide zanîn heman gav avêt. Mustafa Kemal Paşa li ser navê “Heyeta Temsiliyeyê" bi şexsê xwe van xebatan kir ku nîşan bide ku wezîfeya Ajansa Anadoluyê girîng e û ji destpêkê pê va ajans hema xebatan bike.
Mustafa Kemal di 9ê Nîsanê da ji meqamên eskerî û sivîl ra giştînameyeke dîrokî şand û îlan kir ku Ajansa Anadoluyê hatiye avakirin. Bi vê tevgerê va xwest ku li hundur û raya giştî ya derva bizanibe ku têkoşînek tê dayîn.
Tirkiya wê giştînameyê wiha ye;
"Mala rihê Îslamê navenda Saltanata Osmaniyan ji hêla dijminan va hatiye dagirkirin, hemû welêt û netewa me bi talûkeyeke mezin va rûbirû maye. Ji ber vê Rumelî û Anadolu şeê neteweyî û pîroz daye destpêkirin. Ji bo ku di vî şerî da Misilman ji hundir û derva nûçeyên rastîn hîn bibin pêdiviyeke mecburî çêbûye. Ji ber vê di berpirsyariya lijneyeke taybet a ji kesên herî berpirsyar hatiye avakirin va bi navê "Ajansa Anadoluyê" saziyek hat avakirin.
Ajansa Anadoluyê bi alavên herî lez va nûçe û agahiyan belav bike ku ya rast ewê bibin belgeyên Saziya me ya Temsîlkaran û çavkaniyên eslî. Ji ber vê agahiyên vê ajansê bila li kuçe û kolanên bi taybetî ji hêla rêxistina me ya Hiqûqa Mudafa va hatine eşkerekirin bên daliqandin. Ji bo ku ew li bajarok û gundan belav bibin bilez xebat bên kirin û der barê encamê da agahî bên dayîn, tika tê kirin."
Mustafa Kemal Paşa bi tenê nedigot nûçe, digot nûçeyên rast û bal dikişand rêbazên kurewî ku ew nûçeyên "rast", "tam", "objektîf" û "bilez" in ku divê ajans li gor van nûçeyan çêbikin.
- Ajansa Anadoluyê dest bi nûçeyan dike
Ajansa Anadoluyê di odeyeke Mekteba Ziraetê da dest bi xebatên xwe kir.
Halîde Edîp di bîranînên xwe da dibêje ew hatiye Enqereyê, li baregehê odeyek dane wê. Di odeyê da refên dosyayê, du mase, sandalyayek makîneyeke nivîsê ya berê heye. Wê li vê odeyê nûçeyên siyasî werdigerand, nivîsên rahihandinê yên Mustafa Kemal jî amade dikir.
Ajansê paşê li qata binê ya Dibistana Mamosteyan a Ulusê xebatên xwe domand. Li wir jî bar kir çû avahiyekî du qat a li Samanpazariyê.
Ji 12ê Nîsana 1920an pê va bi daktîloya ji Bankaya Osmaniyan hatibû peydakirin va nûçe hatin nivîsandin.
Di weşana ewil a Ajansa Anadoluyê ya ku di 12ê Nîsana 1920an da hat weşandin da hat gotin navenda dewletê ji hêla dijmin va hatiye dagirkirin, gelê Anadoluyê û Rumeliyê bibiryar dest bi têkoşînê kiriye, ji bo ku di nav vê rewşê da gel bigîhîje nûçe û agahiyan Ajansa Anadoluyê dest bi xebatê kiriye. Hat gotin ev nûçeyên tên weşandin divê ji bo evîna gel û welat bên belavkirin, alîkarî bê dayîn.
Di heyama ewil da rojê du caran nûçe hatin belavkirin, hewl hat dayîn ku ew li çar aliyê welêt bê belavkirin. Mustafa Kemal dîsa di 5ê Gulana 1920an da giştînameyek weşand ku weşanên AAyê bigîhîjin her çar aliyê welêt.

- AA bû dengê Têkoşîna Neteweyî
Avabuna AAyê li Anadolyê bû sedema kelecanê. Piştî giştînameya Mustafa Kemal ji çar aliyê welêt peyamên pîrozbahiyê hatin şandin. Di van da dihat gotin ji bo ku bultenên AAyê bigîhîje gel çi ji destê wan tê ewê bikin.
Ji bo ku nûçeyên AAyê bigîhîje eskerên lieniyan şer dikin jî xebat hatin kirin.
Ji bo ku nûçeyên Ajansa Anadoluyê bigîhîjin rojnameyên Stenbolê yên alîgirtiya Têkoşîna Neteweyî dike jî hewleke mezin hat dayîn. Teblîgatên hikûmetê, geşedanên dervayî welêt, hişyariyên ji bo gel, nûçeyên ji Meclis û eniyan, propagandayên reş ên dijmin dikin hemû di nûçeyên Ajansa Anadoluyê da hatin weşandin. Di Têkoşîna Neteweyî da eniyeke duyem ya ku mirov jê ra bibêje "çapemenî" vebû.
Ji bilî Yunus Nadî, Halîde Edîp Adivar û Hamdullah Suphî, hejmara xebatkarên AAyê gihîşt 10î. Ji ber kumatbaaya ajansê tunebû nûçe bi makîneya teksîrê (şapirograf) dihatin zêdekirin, carînan jî bi kaxizê kopyeyê dihatin zêdekirin û paşê ew dişandin telgrafxaneyan.
AA ji bo ku derewwên yêkîtiya neteweyî dixe talukeyê têk bibe, gel hişyar bike nûçeyan çêkir, agahî da gel. Biryarên Meclisê gihand gel û alîkarî kir ku hikûmet û gel bibe yek.
- 26 Midûrên Giştî wezîfe kir
Midûrê Giştî yê Ajansê Alaeddîn Beg bû. Wî di 1ê Çileya 1926an da dest bi kar kir û 1ê Sibata 1931an da wezîfeya xwe dewrî Muvaffak Menemencioğlu kir. Faîk H. Hozar jî di 19ê Cotmeha 1944an da bû Midûr. Hozar di 1ê Hezîrana 1946an da wezîfeya xwe dewrî Muvaffak Sunal kir. Paşê di navbera 1948-1951an da Ziha Gevher Etili midûrtî kir. Saim Nuri Uray di navbera 1951-1952an da, Şerîf Arzik di navbera 1953-1959an da, Fîruzan F. Tekîl di navbera 1959-1960an da, Cemal Aygen di navebra 1960-1961an da mirûrtî kirin.
Erdoğan Ulus di sala 1961an da salekî midûrtî kir û wezîfeya xwe dewrî Naîl Mutlugîl kir. Mutlîgîl jî di sala 1963yan da wezîfeya xwe da Munîr Berk. Paşê Atîlla Onuk, Îzzet Sedes, Aytekîn Yildiz, Cevdet Tanyelî, Husamettîn Çelebî, Behîç Ekşî, Ceyhan Baytur, Turgay Uçoz, Ekrem Karaîsmailoglu, Mehmet Akarca, Mehmet Guler, Hîlmî Bengî Kemal Ozturk û Şenol Kazanci bûn midûrên AAyê.
news_share_descriptionsubscription_contact


