ANKARA
Çapa koleksiyona taybet a "AA li wir bû" ya bi nimreya "23" ku ji pirtûkên "Şoreşa Nîvcomayî: Misir", "Dorpêçî, Şer, Berxwedan: Xeze" û "Welatê Sêwî: Sûriye" ku ji aliyê Anadolu Agencyê (AA) hat amadekirin, teqdîmî Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala hat kirin.
Koleksiyana taybet a ku hêjayî arşîvê ne bi navê "AA li wir bû" pêşkêşî Wezîr Alayê ku nûçegihanê AAyê li cihê xwe qebûl kir hat kirin.
Ala li pirtûkên rêzêpirtûka "AA li wir bû" yên ku bi zimanê îngilizî û erebî bûn û jê re hatin diyarîkirin yeko yeko nihêrî û der heqê wan de agahî hilda. Ala wan kesên ku ji bo amadekirina van pirtûkan hewl dane û xebitîne jî pîroz kir.
Wezîrê Karên Navxweyî Ala diyar kir ku ekîbên AAyê xebateke pir xweş derxistine meydanê, wêne kişandin û nivîs nivîsandinê têra wan nekiriye û kesayetî û hîsiyatên xwe jî tevlî nav vê kedê kirine.
"Pêşeroja Filistînê bêyî Tirkiyeyê nikare bê avakirin"
Ala destnîşan kir ku ev berhemên ku AAyê amade kirine ji bo dîrokê çavkanî ne û dema pirtûka "Dorpêçî, Şer, Berxwedan: Xeze"yê dinihêrt jî wiha got: "Hûn nikarin dîroka Filistînê bêyî Ebdulhemîd binivîsînin. Pêşeroja Filistînê jî heke ku Tirkiye di nav de nebe nayê avakirin."
Wezîr qala tiştên ku qewimîne kir û got ku di pirtûkan bi awayekî pir xweş hatine bicihkirin û wiha pê de çû: "Niha ji bo ku hemû welatiyên li ser vê erdnigariyê bibin xwediyê dewleteke bi îstiqrar ya ku ji destê me tê em dikin. Ji bo kesên ku rewşa wan pir xerab e wek welatê wan ê duyemîn me deriyên Tirkiyeyê li wan vekir. Welatiyên me jî deriyên mala xwe ji wan re vekir. Em bi alîkariyên xwe û bi merivatiya xwe em in. Ji ber vê ew berpirsyariyên ku dîrok, çand û baweriya me ji me dixwaze em bi cih tînin. Em xwe bi tu awayî paşve nadin."
-Tenê 500 heb hatin çapkirin
Rêzepirtûka koleksiyona taybet a "AA wir bû" dê li pirtûkfiroşan neyê firotin û ji bo ku teqdîmî hemû protokolên dewletê yên asta bilind û koleksiyonerên pirtûkan bikin, tenê 500 heb hatin çapkirin. Pirtûk bi nimre hatin çapkirin û bi sertîfîkaya di nav pirtûkê de tê qeydkirin ka çapa taybet dane kî.
Anadolu Agnecyê nûçegihaniya navneteweyî ya ku di salên dawîn de derxist pêş anî alema pirtûkan û rêzepirtûka "AA li wir bû" ya der barê sê welatên ku şahidiya demên wan ên herî dijwar kir û hêjayî arşîvê ne çap kiribû.
Pişt re çapên îngilizî û erebî yên koleksiyona taybet jî hatin çapkirin.
- AA çavdêriyên nûçegihanên xwe bi serenava "AA li wir bû" pêşkêş dike
Yekemîn pirtûka rêzepirtûkê "Şoreşa Nîvcomayî: Misir" çavdêriyên nûçegihanên AAyê yên li qadên Rebîa û Tehrîra ku sembola bûyerên li Misrê ne, şahidiyên wan û tiştên ku di dema bûyeran de hatin serê wan bi serenava "AA li wir bû" pêşkêşî xwendevanan dike.
Di pirtûkê de gelek wêneyên taybet ên ku fotonûçegihanên AAyê kişandin, hatin bikaranîn. Cara ewil di vê pirtûkê de hat qisekirin ka derûniyeta nûçegihanên ku di mudaxeleya bixwîn a li Qada Rebîayê de çawa xira bû û bûyerê bandoreke çawa li ser wan kir. Di beşa şahidiyan de tê qisekirin ku gelek nûçegihan dema bûyer şopandin nekarîn xwe bigrin û giriyan û demeke dirêj di bin bandora bûyeran de man.
Di pirtûkê de cara ewil bi berfirehî qal dikin ku sembola Rebîayê ya ku li hemû cîhanê belav bû, çawa derket holê. Di beşa ku Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturkê ku dest ji wezîfeya xwe kişand qala şahidiya xwe dike de, wêneyên ku li Misrê cara ewil îşareta Rebîayê keşf kirin û nîşan dan cî digirin.
"Dorpêçî, Şer, Berxwedan: Xeze" duyemîn pirtûka rêzepirtûkê ye. Nûçegihanên AAyê yên ku bûyeran ji nêz ve dişopînin, çavdêrî, şahidî û tiştên ku di dem bombebarana Xezeyê de hat serê wan bi serenava "AA li wir bû" rasterast pêşkêşî xwendevanan dike. Di pirtûkê de şahidiya Ozturk a bi serenava "Di bin bombeyan de dîplomasî û nûçegihanî" cî digire.
Di pirtûka Filistînê de gelek wêneyên taybet ên ku fotonûçegihanên AAyê kişandin hatin bikaranîn. Di pirtûkê de tê qisekirin ka derûniyeta nûçegihanên ku di mudaxeleya bixwîn a li Şûcaiye û Xezeyê de wir bûn çawa xira bû û bûyeran bandorek çawa li ser derûniyeta nûçegihanan kir.
Sêyemîn pirtûka rêzepirtûkê "Welatê Sêwî: Sûriye" jî ji aliyê ekîba nûçegihan û edîtoran a ku ji 30 kesan pêk tê ve wek şeş beş hat amadekirin.
Di pirtûka "Welatê Sêwî: Sûriye" de qala dîroka Sûriyeyê, pêvajoya muxalefeta çekdar, birçîbûna ku piştî şer derket, mirin û xemgîniyê tê kirin.