ANKARA
Lijneya ku ji nûnerên saziyên çapemeniyê yên ji Duhok, Silêymanî û Hewlêra bajarên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Kerkûka bajarê Iraqê pêk tên, anadolu Agency ziyaret kir.
Rojnamevan di çarçoveya bernameya ku bi hevkariya Kordînatoriya Dîplomasiya Kamûyê ya Serokwezîrtiyê û Anadolu Agencyê (AA) hat lidarxistin, hatin Tirkiyeyê. Der barê xebatên berfirehkirina tora nûçeyan a AAyê ya li cîhanê û vîzyona sala 2020an a AAyê de agahî dan rojnamevanan.
Arîkarê Midûrê Giştî yê AAyê û Berpirsyarê Weşana Giştî yê AAyê Omer Ekşî bersiva pirsên rojnamevanan da. Ekşî esasên bingehîn ên ku di dema avêrina pêngavên ji bo gihiştina armancên 2020an de didin ber çav, destnîşan kirin.
Ekşî der barê vîzyona 2020an a AAyê de pêşlêşî kir û diyar kir ku sazî bi 8 zimanan weşanê dike û armanca saziyê ew e ku heta sala 2020an jimara zimanên nûçeyên xwe derxîne 11an. Ekşî destnîşan kir ku heta wê demê armanca wan ew e ku bibin yek ji 5 ajansên herî baş ên cîhanê û ji ajansekî neteweyî bibin wekî ajanseke navneteweyî.
Ekşî got ku erdnîgariya Rojhilata Navîn a ku wir geşednaên şer hene ji bo AAyê girîng e. Ekşî got ku di temamiya Rojhilata Navîn de û piraniya welatên li Afrîkayê jî ragihana nûçeyên aktîf dikin.
Ekşî li ser projeya Akademiya Nûçeyan jî sekinî û bi bîr xist ku bi zimanên wekî tirkî, erebî û îngilizî perwerdeya nûçegihaniyê didin û rojnamevanan perwerde dikin.
Ekşî li ser armanca perwerdeya AAyê ya Nûçegihaniya Şer jî sekinî û got ku ji bo ku bûyerên li herêmên şer ji nêz ve bişopînin, hem ji Tirkiyeyê hem jî ji derveyî Tirkiyeyê nûçegihanên şer perwerde dikin.
-"Weşana kurdî pêngaveke mezin e"
Ekşî der barê xebatên AAyê yên li Iraqê de jî agahî dan û got ku li Herlêr, Silêymanî û Kerkûkê ofîsên saziyê hene û dê di demek nêz de li paytext Bexdayê jî nûnertiyek vekin. Ekşî destnîşan kir ku bûyerên li Iraq û Kurdistana Iraqê bi tîmeke ku ji 75 kesan pêk tê, dişopînin û got ku weşana kurdî ya AAyê xebateke derengmayî ye lê pêngaveke gelek mezin e."
Rojnamevanên ku AA ziyaret kir pişt re li serwîsan geriyan û der barê xebatên saziyê de agahî sitandin.