ÎSTANBUL
Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk: "Mixabin em tengasiyên mezin dibînin. Niha rojname, televizyon û rojnamevanekî me yê ku li dinyayê tê nasîn û şopandin tuneye. Medyaya me bixwe dibêje û bixwe guhdarî dike."
Ozturk beşdarî konferansa bi navê "Di Dinyaya Modern de Giringiya Medyayê" ya ku bi destê Yekîtiya Telebeyên Tirk a Neteweyî hat li dar xistin bû û di konferansê de axivî.
Ozturk di axaftina xwe de destnîşan kir ku tenê Anadolu Agency bi zaravayên Kurdî yên wek Kurmancî û Soranî weşanê dike û wiha got: "Li ofîsa me ya li Hewlêrê bi herfên Erebî weşana bi Soranî tê kirin. Li ofîsa me ya li Enqereyê jî bi herfên Latînî weşana bi Kurmancî tê kirin. Weşana bi Fransî jî li Tûnisê tê kirin. Li Tirkiyeyê hejmara kesên ku bi Fransî rojnamevaniyê bikin kêm e. Bi taybetî em ji Erebî nûçeyan werdigerînin Fransî. Tenê ajansa me li Tûnisê tişteke wiha dike."
- "Saziya ku rojnamevanan digihîne Anadolu Agency e"
Ozturk destnîşan kir ku li Tirkiyeyê saziyên medyayê yên ku li gor şoreşa dijîtal û rojnamevaniya navneteweyî tevdigerin tunene û wiha got: "Mixabin em tengasiyên mezin dibînin. Niha rojname, televizyon û rojnamevanekî me yê ku li dinyayê tê nasîn û şopandin tuneye. Medyaya me bixwe dibêje û bixwe guhdarî dike. Saziya ku rojnamevanan digihîne Anadolu Agency e û divê em vê kevneşopiyê bidomînin."