ANKARA
Nûçe, wêne û dîmenên ku Anadolu Agency (AA) bi 6 zimanan dide bi saya Sîstema Teqîpkirina Nûçeyan (NTS- News Tracking System) a ku ket rewacêdê bê raporkirin.
Sîstem bi destê şaxa AR-GEyê ya AAyê ve di nav 4 mehan de bi teknolojiya herî nû û dawîn ve hat amadekirin.
Sîstema teqîpkirinê, nûçeyên AAyê yên ku di malperên înternetê de, di rojname televizyon û malperan din de hatine weşandin tespît dike. Rojê 300 rojname û 4 hezar malperên înternetê di bin kontrola vê pergalê de derbas dibin û ev rewş bênavber didome. Rapor tên amadekirin û ew kesên ku bê destûr dîmen, wêne û nûçeyên AAyê bi kar tînin tên tespîtkirin û der barê wan de kiryariyên hiqûqî dest pê dike.