Furkan Abdula
09 Mijdar 2022•Rojanekirin: 10 Mijdar 2022
Weşana Makedonî ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) di çarçoveya vîzyona xwe ya sala 100emîn da di 9ê Cotmeha 2015an da da detpêkirin, îsal 7 salên xwe temam kir.
Servîsa Makedonî ya AAyê ya ku li Uskupa paytextê Makedonyaya Bakur digel Albanî fealiyetê dimeşîne, di nava 7 salan da bû çavkaniyeke girîng a nûçeyan a welêt.
Servîsa Makedonî hingî vebûye ji Balkanan, Tirkiye û dinyayê ji 87 hezarî zêdetir nûçe, 28 hezarî zêdetir wêne û ji 19 hezarî zêdetir jî dîmen weşandine. Servîsa Makedonî di vê maweyê da hem li welêt û hem jî li herêmê ket nava çavkaniyên girîng ên nûçeyan.
Ofîsa Uskupê digel nûçeyên Makedonî û Albanî geşedanên li welatên herêmê bi zimanê Tirkî jî diweşîne.
AA digel zimanê Tirkî, bi zimanê Îngilizî, Erebî, Fransî, Boşnakî-Xirvatî-Sirbî (BHS), Rûsî, Kurdî (Kurmancî-Soranî), Albanî, Makedonî, Farisî, Endonezî û Spanyolî jî weşanê dike.