Türkan Tosun
08 Tebax 2019•Rojanekirin: 08 Tebax 2019
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) pirsan dibersivîne û rojevê dinirxîne.
Koca civîna Maseya Edîtoran a AAyê ya ku di saet 10.00î da dest pê kir bû niha pirsan dibersivîne.
Daxuyaniyên Wezîr Koca ji ser malpera înternetê ya AAyê (www.aa.com.tr) û li ser hesabê Twîtterê (@anadoluajansi) demildest tên parvekirin.
Ji axaftina Wezîr Koca hin sernavên derketin pêş ev in:
"Me dest pê kir û em dixwazin turîzma tenduristiyê li Tirkiyeyê derxin pêş. Di nav mehek û du mehan da wê lansmaneke mezin bê kirin.
Em di warê ambulansên esmanî da pêşketî ne. Li gorî dinyayê dewleta me dewleteke wisa ye ku bêpere vê xizmetê dide welatiyên xwe.
Em di warê neqilkirina ezayan da zehf pêş ketine. Sala par neqilkirina qelb û gurçikan gihîşt 5 hezar û 600î.
Di mijara aşiyê da em dixwazin di nav 5 salan da pêwîstiya me bi derva nemîne.
Sektora taybet çawa be Zanîngeha Medîpolê ya Enqereyê jî di nav planê da û bi tu awayî nikare bi tena serê xwe hereket bike.
Di nav 17 salên dawîn da zanîngehên weqfan bêpere ji tu tiştekî îstifade nekirine."