Fatih Gazioğlu
05 Tebax 2019•Rojanekirin: 06 Tebax 2019
Li Akademiya Nûçeyan ya Ajansa Anadoluyê (AA) ya ku di çarçoveya vîzyona 100emîn de hatibû avakirin "Atolyeyên Herêman yên Pevçûnê" tên lidarxistin.
Midûrê Akademiya Nûçeyan a AAyê Cîhangîr Îşbîlîr got ku wan di çarçoveya perwerdeyan de Atolyeya Moro Bangsamoroyê vekir û wiha got: "Em ê piştî demekê li ser mijara Myanmar, Keşmîr û Efxanistanmê jî atolyeyan vekin. Di atolyeyan de em ê li ser analîza pevçûnê bisekinin û perwerdeya nexşkirina herêmên pevçûn lê ne em ê bidin kursiyeran."

Îşbîlîr diyar kir ku di çarçoveya bernameyê da ew ê li ser rewşa herêman ya sosyo-ekonomîk, ya siyasî, dîplomasiya kozmopolît jî bisekinin.
Gerînendeyê Weşana Zimanên Cîhanê Mehmet Ozturk li Atolyeya Herêma Moroyê da ders da kursiyeran. Ozturk di dersê da behsa rewşa herêmê ya siyasî kir û der barê şert û mercên herêmê yên civakî û aboriyê da agahî da kursiyeran.
Xebatên atolyeyê wê heta 9ê tebaxê dewam bike.