Önder Beyter
10 Sibat 2020•Rojanekirin: 10 Sibat 2020
Hêza asîmanî ya Îsraîlê li Xezeyê ciyekî Hemasê bombebaran kir.
Li Xezeyê herêmeke di destê Tuxayên Îzedîn el-Qesam ên girêdayî Hemasê bû armanca balafirên şer ên Îsraîlê.
Di êrîşa dijî herêma Xan Yûnis a li başûrê bajêr da ziyaneke canî çênebû.
Êrîşa asîmanî, kurtedemek piştî wê yekê hat kirin ku artêşa Îsraîlê ragihand ku ji Xezeyê roket hat agirkirin.