Haydar Şahin
19 Tebax 2019•Rojanekirin: 21 Tebax 2019
Navenda Zanistê ya Îsmaîl Ebul-îz a ku li Cizîra navçeya Şirnexê hat vekirin, zarokan bi zanistê ra tîne ba hev.
Zarokên tên navenda zanistê ya li ser navê Ebul Îz Îsmaîl Îbnî Rezaz El Cezeriyê wekî gava ewil a sîbernetîkê avêtiye û çêkerê robatê ewil tê qebûlkirin hat avakirin, bernameya robotîkê hîn dibin.
Mîrza Çasimê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, navenda ku bi piştgiriya Qaymeqamtiyê hat vekirin, di 9 mehan da ji 15 hezar zarokî ra mazûvanî kir.
Çasim destnîşan kir ku li navendê maketên makîneyên ku El Cezerî çêkirine tên rayêdan û wiha axivî: "Armanca me ew e ku bi zarokan zanistê bidin nasîn û îcadên El Cezeriyê zanyarê li navçeya me mezin bûye bi nifşên nû bidin nasîn."

Çasim diyar kir ku El Cezerî ji Cizîrê ye û wiha pê da çû: "Em xwendekarên li gundan dişînin navenda zanistê. Di nav hefteyê da her roj 15 hîndekar perwerdeya bernameyê didin xwendekarên tên ziyaretê. Li navendê neviyên El Cezerî digihîjin."
- "Armanca min ew e ku robotên kêrî mirovahiyê werin çêbikim"
Emîrhan Baturê xwendekar got mamosteyên perwerdeya kodan didin di heman demê da agahiyên li ser çavkaniyên vejena lixweveger jî didin wan.
Zîlan Budakê jî diyar kir ku navend tevkariyeke mezin dide wan û wiha axivî: "Em tetîla xwe li navenda zanistê derbas dikin. Em dixebitin ku ji xwe ra tiştên zanistî hîn bibin. Em gelekî vê derê razî ne. Ji kesên ku ev îmkana dan me ra sipas dikim."
Yahya Emîr Erolê xwendekar destnîşan kir ku ew di heftê da 5 rojan li navendê beşdarî qursan dibe û wiha pê da çû: "Armanca min ew e ku robotên kêrî mirovahiyê werin çêbikim. Dixwazim wekî El Cezeriyê kalikê xwe bibim zanyar."