İbrahim Atmaca
10 Adar 2019•Rojanekirin: 11 Adar 2019
Li ser îcadkirina têlefonê ra 143 sal derbas bûn û têlefon di sala 1881î da jî hat Tirkiyeyê. Îro Tirkiye li dinyayê di nav welatên ku herî zêde têlefonê dixebitînin da cih digire.
Têlefon di 10ê adara 1876an da ji aliyê zanyar Alexander Graham Bell va hat îcadkirin û bi îcada têlefonê va ragihandina navbera mirovan pir zêde bû.
Bi saya serê vê îcada ku dîroka ragihandinê guhrand va dengê mirovan gihîşt cî û warên pir dûr, li Tirkiyeyê jî ev îcada girîng ji sala 1881î pê va hat xebitandin.
Xeta têlefonê ya ewil di sala 1881î da li Stenbolê hat avakirin, santrala telefonê ya ewil jî di 1909an da li Sîrkeciyê di avahiya Postexaneya Mezin a Dîrokî da hat vekirin û 50 xet pê va hatin girêdan. Li Tirkiyeyê cara ewil di 1925an da li Îzmirê têlefon kişandin malan.
Tirkiye ji îro pê va li Ewropayê welatê ku herî zêde bi têlefona destan va diaxive ye.
Alîkarê Midûrê Giştî yê Turk Telekomê Yusuf Kiraç ji nûçegihanê AAyê ra qala seruwena têlefonê ya li Tirkiyeyê kir û got ku têlefona ewil a ku di serî da li welêt hat xebitandin cîhazên "bi manyeto" bûn.
Dema ku destika van têlefonan dihat vegerandin santralkaran didît ku kê têlefonê vedike û wiha dewam kir: "Santrala ku di 1926an da li Enqereyê hat avakirin da bi tevahî kapasîteya wê ya 2 hezar xetan hebûn. Dema ku axaftin ji 3 deqîqeya diborî, santralkar diketin navberê."
Kiraç diyar kir ku têlefonên ankesor ên ku bi jetonekê va dixebitîn jî di sala 1972yan da dest bi xizmetê kirin û meriv bi jetonekî çi qas bixwasta dikaribû biaxiviya.
Kiraç diyar kir ku di sala 1991an da teknolojiya 1Gyê, piştî sê salan jî teknolojiya 2Gyê hat Tirkiyeyê.
Kiraç got ku di 2009an da bi hatina teknolojiya 3Gyê va jî digel deng, şandina daneyan jî zêde bû.