Türkan Tosun
25 Adar 2019•Rojanekirin: 01 Nîsan 2019
Bernameyên ÎOSê ya ku mirov dikare nûçeyên Ajansa Anadoluyê (AA) di têlefonên mobîl û tabletan da bişopîne bi pergala xwe ya nû va li Apple Storeê cihê xwe hilda.
Xwendina nûçeyan, di nav beş û cureyên nûçeyan da lêgerîn êdî bêtîr hêsan e.
Di bernameya mobîlê da êdî ekran bitîkane û berwarî dikare bê bikaranîn û hemû nûçe birehetî dikarin bên xwendin. Nûçeyên ku tên qeydkirin ku paşê bên xwendin, weşanên zindî, danezan û menuya sereke hema li bin pêçiyên we amede ne.
Ev sepana bi 13 zimanan hatiye amadekirin ji bo şopandina rojeva Tirkiye û dinyayê sepaneke girîng e. Bi teknolojiyên rojane va di vê mijarê da serkêşiya xwe didomîne.