Haydar Şahin
02 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di desyê Lîseya Anadoluyê ya TOKÎyê Fuara Zanistê ya TUBÎTAKê hat lidarxistin.
Di fuara ku li xwendigehê hat lidarxistin da 10 xebatên ku bi destê 30 xwendekarî hatibûn amadekirin hatin pêşandan.
Kenan Cananê Alîkarê Midûrê Lîseya Anadoluyê ya TOKÎyê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku ew ê êdî her salê fuarê li dar bixin.
Canan destnîşan kir ku proje di nav 2 mehan da hatin amadekirin û wiha got: "Di çarçoveya protokola ku di navbera TUBÎTAK û Wezareta Perwerdeya Neteweyî da hat îmzekirin da fuar hat lidarxistin. Ji ber keda wan a ku tev bû ji mamosteyên şêwirmend û xwendekarên xwe ra sipas dikim."
Canan diyar kir ku eleqeyeke mezin nîşanî fuarê da, berhem 2 rojan raxistin.