Muhittin Sandıkçı
23 Gulan 2023•Rojanekirin: 25 Gulan 2023
Moşeka bi navê "Tayfun" ya ku li Tirkiyeyê li gor moşekên din menzîla wê ya herî dirêj e, li Rîzeyê hat ceribandin.
Beriya ceribandinê li derûdora Balafirgeha Rîze-Artvînê tevdîrên ewlehiyê hatin dîtin.
Ceribandina moşekê di saet 06.44an da hat kirin.
Avêtina moşekê bê pirsgirêk temam bû.
Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Îsmaîl Demir li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmenên ceribandina moşekê parve kir.
Demir di peyama xwe da wiha got: "Me ceribandina moşeka xwe Tayfunê bi serkeftî kir. Ez di serî da ROKETSAN her kesê ku keda wî li ser vê çêbûye pîroz dikim."
Moşeka ku ji hêla ROKETSANê va hat pêşvebirin di 18ê Cotmeha 2022yan da jî li Balafirgeha Rîze-Artvînê hatibû ceribandin.