Nihat Kavşut
15 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2017
ANKARA
Daîreya Feza û Asîmanê ya Amerîkayê (NASA) û Googleê ragihandin ku pergala rojê ya ji 8 gerstêrkan pêk tê hat keşfkirin.
Di daxuyaniya NASAyê da hat diyarkirin Teleskoba Keplerê ya NASAyê sinyalan dişîne dinyayê û hafizeya çêkirî ya Googleê sinyalan analîz dike û pergala rojê tê keşfkirin.
Hat diyarkirin navê "Kepler 90" li pergala rojê ya ji 8 gerstêrkan pêk tê kirin.
Andrew Vanderburgê asîmanzan yê ji Zanîngeha Teksasê destnîşan kir pergala teze hat keşfkirin wekî şiklê biçûk yê Pergala Rojê ye û got di nav da gerstêrkên biçûk û li derva jî gerstêrkên mezin hene.