İbrahim Atmaca
11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2017
NEW YORK
Tê gotin ku li ser Jupîterê çend sedsal in ku bahoza antîsîklonîk a bi navê "Lekeya Sor a Mezin" dewam dike. Junoya wesayîta fezayê ya Daîreya Hewavanî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) ji bo ku raza vê bahozê fêm bike, nêzî gerstêrkê bû.
Junoyê ji bo kewşa rêgeha cemserê salek berê dest bi rêwîtiyê kir û dewam dike.
Juno li gor wesayîtên fezayê yên Voyager û Galîleo pir zêdetir nêzî Jupîterê bû. Bahoza li ser vê gerstêrkê li qadeke 16 hezar kîlomêtreyî ye. Juno ji bo fêmkirina sedema vê bahozê nêzî gerstêrkê bû û firîna xwe temam kir. Ev firîn ji bo fêmkirina sedema bahozê wek "gaveke girîng" tê dîtin.
Hat gotin ku dema Juno nêzî gerstêrkê bû, kamera wê ya JunoCamê vekirî bûye. 8 wesayîtên Junoyê ku daneyan berhev dikin, bi qasî 9 hezar kîlomêtreyan nêzî ewrên Lekeya Sor a Mezin bûne û dane berhev kirine.
Li gor NASAyê nêzî 350 salî ye ku bahoza Lekeya Sor a Mezin a bixaz bi tundî dewam dike, mirov ji sala 1830î vir va vê bahozê dişopîne.