NEW YORK
Tirimbêlên ku beşdarî Ralliya 3000 a Gumballê ya 15mîn bûn gihêştin New Yorkê.
Ralliya 3000 a Gumballê ya 15mîn ji aliyê Weqfa 3000 a Gumballê ya ku ji hêla Maxîmîllîon Cooper ve di sala 1999an de hatiye avakirin, tê lidarxistin. Di ralliyê de parkura Charlotte-New Yorkê temam bû.
120 tirimbêlên ku di 4ê hezîranê de ji Miamiyê derketin rê, piştî parkurên Miami-Atlanta û Atlanta-Charlotteyê parkura Charlotte-New Yorkê jî temam kirin û gihêştin Lîmana Sea Portê ya li Manhattanê.
Ev pêşbazî ji bo hin saziyan bi mebesta piştgiriyê tê lidarxistin. Piştî parkura New Yorkê dê balafirên kargoyê pêşbazan bibin Îskoçyayê.
Li ser malpera weqfê (www.gumball3000.com) kîjan tîm herî zêde piştgiriya onlîne berhev bike, dê ralliyê qezenc bike.