Li Nûseybîna navçeya mardînê kamyona ku qeza kir ket nav ereziya bi mayîn ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê. 3 kesên ku di kamyonê de bûn jî nêzî saetekî li benda xelaskirinê sekinîn.
Îsmaîl Moho kamyona bi plakeya 73 SH 581an ku tijî zebeş bûn diajot û li ser rêbeja Nûseybîn-Kiziltepeyê nêzî gundê Eskîyolê ji rê derket.
Kamyonê qeza kir û derbasî ereziya bi mayîn ya ku di navbera sînorê Tirkiye û Sûriyeyê de ye bû. Ya baş ew bû ku kamyon rastî mayînan nebû.
Her sê kesên ku di kamyonê de bûn ji kamyonê peya nebûn û li benda xelaskirinê sekinîn. Tîmên xelaskirinê hatin cihê bûyerê û kesê di komyonê de bûn xelaskirin. Kamyon jî bi vîncê derxistin.
Kesên ku hatin xelaskirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nûseybînê.