01 Nîsan 2016•Rojanekirin: 02 Nîsan 2016
ISTANBUL
Durmuş Çalişkanê endezyarê mekanîk ku makîneyên Cezeriyê zanyarê misilman di atêlyeya xwe da bi kardestên xwe nîşan dide got, "Profesorên Ewropî dibêjin 4 îcadên Cezerî hene. Min dema li nîgarên teknîkî yên Cezerî meyze kir, min dît ku ne tenê 4 belkî 44 îcadên wî hene."
Endezyarê mekanîk Çalişkan di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê da destnîşan kir, Cezeriyê ku di salên 1200 da li derdora Artûkiyên Hesenkêfê jiyaye, dema mirov li berhemên wî meyze dike, mirov dikare bêje hevşanê endezyarekî mekanîk yê hevdem e.
Çalişkan herwiha anî ziman ku Cezerî di warê endezyariya mekanîkî da dahî ye û got, "Navê Cezerî yê esil Îsmaîl e, li Diyarbekirê jiyaye lê ji ber ku li herêma Cizîrê ji dayik bûye nasnavê 'Cezerî' bikar anî ye. Di salên xwe yên xortaniyê da, li Qesra Artûkiyan weke sereke endezyar kar kiriye."
Çalişkan destnîşan kir ku Cezerî ew hemî îcadên xwe li ser daxwaza Sultanê Artûkî Nasiruddîn Mehmûd di kitêba xwe ya destnivîs da kom kirine û got, "Tê zanîn ku 14 kitêbên wî yên destnivîs hene û 5 ji wan li Tirkiyeyê ne."
- "Îcadên Leonardo da Vinci, beriya wî bi Cezerî ra hene"
Çalişkan herwiha got, "Profesorên Ewropî dibêjin 4 îcadên Cezerî hene. Min dema li nîgarên teknîkî yên Cezerî meyze kir, min dît ku ne tenê 4 belkî 44 îcadên wî hene. Di kitêba xwe da me yek bi yek ev anîn ziman û me listeyek ji wan ra danî. Piştî Cezerî gelek mirov jê bandor bûn û alet û kelûpel çêkirin. Mesela gelek berhemên Leonardo da Vinciyê ku di salên 1400î jiyaye, hinek xet û nivîs hene ku ji wan ra tê gotin 'îcadên Leonardo da Vinci' lê belê tişta min fam kir, gelek ji wan di berhemên Cezerî da hene. Divê lêkolîneke kûrtir li serê bê kirin."
- "Muzeya Cezerî wê li Sitenbolê be"
Direktorê rêveberiyê yê babil.comê Mehmed Ali Çalişkan jî got, "Di demeke kurt da him li Tirkiyeyê û him jî li gelek cihên cîhanê emê makîne û kardestên atêlyeyê bidin nîşandan. Ji aliyekî din va xebatên me yên Muzeya Cezerî didomin. Piştra wan berheman li muzeya ku biryar e em li Sitenbolê deynin, emê bi berdewamî nîşan bidin."