Davit Kachkachishvili
02 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2023
Şaredarê Kîeva bajarê Ukraynayê Vîtaly Klîçko daxuyand ku artêşa Ûris êrîşî bajêr kir û ji ber vê êrîşê li taxa Desnyanê teqîn çêbû.
Klîçko li ser hesabê xwe yê Telegramê got li taxa Desnyanê teqîn çêbû û wiha dewam kir: "Li taxa Desnyanê ya li paytext mêrekî 19 salî yê birîndar rakirin nexweşxaneyê."
Ji hêla din, Îdareya Eskerî ya Kîevê jî li ser hesabê fermî yê Telegramê daxuyand ku 10 êrîşên esmanî yên Ûris yên dijî Kîevê hatin berterefkirin û alarma esmanî dewam dike.
Medyaya herêmî jî îdia kir ku artêşa Ûris bi ÎHAyan va êrîşî herêmên cuda yên Ukraynayê dike.