Muhammed Said Tanıl
26 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2023
İSTANBUL (AA) - Lijneya Polîtîkayên Pere (PPK) ya Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) rêjeya faîza îhaleya repo ya wade heftêyek ya ku faîza polîtîkayê ye 500 baz puan zêde kir û derxist ji sedî 35an.
Di daxuyaniya TCMByê ya li ser rêjeyên faîzê da hat ragihandin, Lijneya ku bi serokatiya Hafize Gaye Erkanê kom bû, biryar da ku faîza polîtîkayê derxe ji sedî 35an.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku geşedanên jeopolîtîk di xuyaniya enflasyonê da rîska jêdera wê bihayên neftê ye pêk tîne û wiha hat gotin, "Bi gavên îlawe yên ji bo zêdekirina pişka mewdueta lîreyê Tirk va xurtkirina mekanîzmaya veguhestina pere dê were domandin."