Nihat Kavşut
03 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2019
Bendava Alparslan-2yê ya li Mûşê li ser Çemê Muradê tê çêkirin ji xeynî ceyranê wê pê 78 hezar û 210 hektar erazî bê avdan.
Li Mûşê bi destê Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê çêkirina Bendava Alparslan-2yê dewam dike.
Bendava Alparslan-2yê ya li ser Çemê Muradê tê çêkirin piştî temam bibe ji xeynî ceyranê wê feydeyê bide avdana eraziyan jî û wê bi saya bendavê ber û bereketa Deşta Mûşê jî zêde bibe.
Bi saya Bendava Alparslan-2yê ku li ser rêya Mûş-Vartoyê (Gimgim) û di navbera gundên Akpinar (Axpar) û Dumlusuyê (Serkîsan) da tê çêkirin wê salane 862 milyon û 270 hezar kwh ceyran bê çêkirin û li Deşta Mûşê wê pê 78 hezar û 210 hektar erazî bê avdan.

Waliyê Mûşê Îlker Gunduzoz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji bona ava were ser axa Deşta Mûşê û xelkê herêmê rehet bibin çêkirina bendavê dewam dike.
Gunduzoz diyar kir Bendava Alparslan-2yê ji hêla vejenê va jî girîng e û wiha got: "Ji xeynî ceyranê ji bona avdana Deşta Mûşê û zêdebûna hilberîna çandiniyê jî temamkirina Bendava Alparslan-2yê zehf girîng e."
Îlker Gunduzoz destnîşan kir niha di çêkirina bendavê da gelek kes dixebitin û got ku piştî temam bû bendav ji xeynî Mûşê wê feydeyeke mezin bide aboriya Tirkiyeyê jî.
Gunduzoz diyar kir Deşta Mûşê yek ji deştên herî mezin yên Tirkiyeyê ye û wiha got: "Bi saya ava bendavê wê ber û bereket zêde bibe. Deşta Mûşê nîvê Çukurovayê heye. Çukurova Tirkiyeyê têr dike. Em dixwazin ber û bereketa Deşta Mûşê jî zêde bikin. Li gorî hesaban wexta bê avdan wê bereketa Deşta Mûşê 12 qat zêde bibe. Ji bona projeyan him dem û him jî çavkaniyên aboriyê lazim e."