ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê di 16-17ê cotmehê da bi heyeta ku ji wezîr û karsazan pêk tê va wê biçe Polonyayê û tê hêvîkirin ev serdan ji bo têkîliya bazirganiyê ya di navbera herdu welatan da pir bi kêr bê.
Serokê Konseya Kar a Tirkiye-Polonyayê ya Lijneya Têkîliyên Aboriya Derva (DEÎK) Kemal Guleryuz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Polonya ji bo Tirkiyeyê li Ewropaya Navîn şirîkê bazirganiyê yê herî girîng e.
Guleryuz destnîşan kir ku Polonya bi sermayedariya biyanî û piştgiriya Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo şirketên Tirkiyeyê û karsazan xwedî potansiyelê ye û bazirganiya di navbera herdu welatan da ji sala 2000î vir va bi pergal zêde dibe.
Guleryuz got: "Bi saya piştgiriya Wezareta me ya Aboriyê ya ku di qada îxracat û sermayedariyê da di heyama pêş me da qebareya bazirganiyê bigihêje astên bilind."
Di berdewamiya axaftina xwe da Guleryuz ragihand ku piraniya şirketên Tirkiyeyê yên li Polonyayê di qada cil-tekstîl, emlak, tomarî û perakendeyê da kar û barê xwe dikin û wiha pê da çû: "Li Polonyayê projeyên înşeatê yên mezin ên wek projeyên avahiyan, telekomunîkasyon, otêl, nexweşxane û navendên kar firsendên baş pêşkêş dikin. Ji çavkaniyên YEyê ku ji bo Polonyayê cihê kiriye qismek wê ji bo pêşxistina nûkirina teknolojiyê, parastina hawirdorê û modernîzasyona çandiniyê bê bikaranîn. Li welêt xebatên wiha û fealiyetên pêşvebirinê ji bo fîrmayên Tirkiyeyê fersendên xweş di nav xwe da dihewîne."
Di çarçoveya serdana Serokomar Erdogan a Polonyayê da wê foruma kar jî bê kirin û Guleryuz qala wê jî kir û got ku ew dixwazin li wir têkîliya di navbera herdu welatan da û ya kar zêde bikin û wiha pê da çû: "Ez wisa bawer dikim ku ev forum ji bo karsazên herdu welatan û hevkariya aboriya herdu welatan gelek bi kêr bê û bibe platformeke baş. Wekî her derê li Polonyayê jî divê mirov ji bo karên emirdirêj bifikire. Ji bo temîniya dualî lazim e wext bê xerckirin.
- Hedefên Tirkiyeyê ji bo Polonyayê firsend in
Hevserokê Konseya Kar a Tirkiye-Polonyayê Darîusz Oleszczuk diyar kir ku aboriya Tirkiyeyê li dinyayê di nav aboriyên herî zû mezin dibin da cih digire û ev yek jî ji bo karsazên Polonyayê di xwe da firsendan dihewîne.
Oleszczuk got ku li gor nirxandinan aboriya Tirkiyeyê di heyama pêş me da wê ji sedî bi qasî 3-4an bi îstiqrar mezin bibe û wiha dewam kir: "Tirkiye di dinyayê da di nav 20 welatên aboriya wan mezin in da cih digire û heta 2023an dixwaze di nav 10 welatên ewil da cih bigire û hedefeka wê ya wiha heye. Ji bo pêkhatina hedefê jî îxracat zêdekirin û hevkariya bi şirîkên kar ra pêşvebirin heye. Ev rewş ji bo şirketên Polonyayê jî wê derfetên xweş pêşkêş bike. Bazirganiya di navbera Polonya û Tirkiyeyê da gelek zû mezin dibe. Pispor dibêjin ku di demeke nêz da minkun e ev bazirganî bigihêje 10 milyar ewroyî."
Oleszczuk ragihand ku Polonya li herêma Ewropaya Navîn û Rojhilatê Ewropayê ji sermayedariyê ra di nav destinasyonan da ji cihên herî cazib yek e û axaftina xwe wiha domand: "Polonya li gor "Rapora Kar Rihet Kirin"ê ya salane ya Bankeya Dinyayê ya ku herî dawîn weşand da di nav welatên Rêxistina Hevkarî û Pêşvebirina Aboriyê (OECD) dahata wan zêde ne da, ji welatê herî zû kar lê tê peydakirin û kirina kar lê rihet e hat nîşandan. Ev faktor û cihê stratejîk a welêt lê ye ji bo şirketên dixwazin xwe bigihînin welatên YEyê cihekî krîtîk e."
Oleszczuk got ku ew wisa bawer dike hikûmeta Polonyayê dikare di qada hewayê, pîşesaziya çekan, perçeyên wesayîtan, pîşesaziya keştiyê, teknolojiya înformatîk, pîşeya kîmyayê, mobîlya û xurekê da reqabetê bike û ev hemû sektor jî ji bo şirketên Tirkiyeyê fersenda karê piçek wext lazime pêşkêş dike.
- Qebareya bazirganiya derva di 10 salên dawîn da du qat zêde bû
Têkîliyên bazirganiyê yên di navbera Polonya û Tirkiyeyê da di 24ê nîsana 1947an da bi Peymana Bazirganiyê dest pê kir, di 4ê cotmeha 1999an da bi Peymana Bazirganiya Serbest va dewam kir û heta sala 2004an ku endamtiya Polonyayê ket rewacê di vê çarçoveyê da dewam kir.
Aboriya Polonyayê ya bi qasî 500 milyar dolar meziniya wê heye û di dema ku li YEyê qeyran qewimî da jî îstiqrara xwe parast. Di nav welatên Ewropayê da bi meziniya aboriya xwe va ew di rêza 6an da cih digire û bi 14 herêmên aboriya taybet û teşwîqên tên dayîn va ji bo şirketên Tirkiyeyê firsendên xweş pêşkêş dike.
Polonya ji sala 2007an vir va rasterast bi qasî 123 milyar dolar sermaye kişand nav xwe. Di nav sedemên ku sermayeya biyanî Polonyayê tercih dike da endamtiya YEyê, cihê wê yê li Ewropaya Navîn, hêza wê ya amade a ji bo xebatê, amadebûna gelek saziyên ji bo lihevkirina bi saziyên mezin ra, xebatên Ar-Geyê piştgiriya dewletê ya xweş birêk û pêk kir, tekno park û zanîngehên ji bo hevkariyê amadene tên nîşandan.
Li welêt bi qasî 40 milyon mirov dijîn û dahata neteweyî ya ji bo şexsekî salê bi qasî 12 hezar û 500 dolar e. Mezinbûna aboriya Polonyayê ji sedî 3 xuya dike û rêjeya enflasyonê jî di asta ji sedî 1ê da ye, rêjeya bêkariyê jî ji sedî 8 e.
Li Polonyayê di hasilaya navwelêt a nesafî da para sektora xizmetê ji sedî 62,9, ya sektora pîşesaziyê ji sedî 34,5 û ya çandinî û heywandariyê jî ji sedî 2,6 e.
Qebareya bazirganiya derva ya Polonyayê sala par bi qasî 400 milyar dolar bû û ji vê nêzî 6 milyar dolar bi Tirkiyeyê ra hat kirin. Qebareya bazirganiyê ya di navbera herdu welatan da li gor sala 2006an du qat zêde bû.
Par îxracata Tirkiyeyê ya ber bi Polonyayê va li gor pêrar ji sedî 13,8 zêde bû û gihîşt 2,6 milyar dolarî. Îtxalat jî par li gor pêrar ji sedî 9 zêde bû û daket 3,2 milyar dolarî.
Bi Polonyayê ra di heyama neh mehan da îxracat li gor heman heyama par ji sedî 1 kêm bû û daket 1,9 milyar dolarî. Îtxalata Tirkiyeyê ya bi Polonyayê ra jî li gor heman heyama par ji sedî 10 daket û bû 2,1 milyar dolar.
Di nav tiştên ku Tirkiye dişîne Polonyayê da cil û berg, wesayîtên bimotor ên bejayê, makîne û cihazên wan, sebze û fêkî, mucewher, titûn û qir û qafên mitbexê yên mezin (sarinc, makîne û hwd).
Di nav tiştên ku Tirkiye ji Polonyayê îtxal dike da jî komir, makîne, madeyên kîmyewî, kozmetîk, mobîlya, çîkolata, şîrînahiyên şekirî hene.
Li gor daneyên Wezareta Aboriyê daneyên bazirganiya di navbera Tirkiye û Polonyayê da wiha ne:
| Sal | Îxracat | Guherîn | Îtxalat | Guherîn | Qebare | Hevsengî |
| (Ji sedî) | (Ji sedî) | |||||
| 2006 | 1.060.078 | 27,6 | 1.436.586 | 15,4 | 2.496.665 | -376.508 |
| 2007 | 1.436.402 | 35,5 | 1.646.232 | 14,6 | 3.082.634 | -209.829 |
| 2008 | 1.586.772 | 10,5 | 1.977.852 | 20,1 | 3.564.623 | -391.080 |
| 2009 | 1.321.118 | -16,7 | 1.817.093 | -8,1 | 3.138.211 | -495.975 |
| 2010 | 1.504.280 | 13,9 | 2.620.956 | 44,2 | 4.125.237 | -1.116.676 |
| 2011 | 1.758.252 | 16,9 | 3.496.189 | 33,4 | 5.254.441 | -1.737.937 |
| 2012 | 1.853.700 | 5,4 | 3.058.078 | -12,5 | 4.911.778 | -1.204.379 |
| 2013 | 2.058.857 | 11,1 | 3.184.533 | 4,1 | 5.243.390 | -1.125.675 |
| 2014 | 2.401.689 | 16,7 | 3.082.128 | -3,2 | 5.483.817 | -680.438 |
| 2015 | 2.329.283 | -3 | 2.977.662 | -3,4 | 5.306.945 | -648.379 |
| 2016 | 2.650.896 | 13,8 | 3.244.183 | 9 | 5.895.079 | -593.287 |
| 2016/9 meh | 1.992.226 | 18 | 2.346.641 | 7 | 4.338.867 | -354.414 |
| 2017/9 meh | 1.974.946 | -1 | 2.118.774 | -10 | 4.093.721 | -143.828 |
| Çavkanî: Wezareta Aboriyê | ||||||
news_share_descriptionsubscription_contact


