Elif Orhan
15 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2017
BEXDA
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Iraqê hişyarî da ku li Kerkûkê ji bilî mekanîzmaya ewlehiyê ya fermî komên çekdar ên din cî negirin û îlan kir ku ev yek îlana şer e.
Ji Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriyê ya Iraqê der heqê biryarên ku îro li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Iraqê ku di bin serokatiya Serokwezîr Heyder el-Îbadî de civiya de daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Em di mijara li Kerkûkê ji bilî mekanîzmaya ewlehiyê ya fermî hebûna komên çekdar de hişyarî didin. Nikarin li hember bêdeng bimînin ku partiyên li bajêr serdest in (PDK û YNK) PKKê bixin nav bajêr. Ev ji iraqiyên din re (ji gelên derveyî kurdan re) û hêzên ewlehiyê yên nîzamî re îlana şer e."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin kesên ku referandûma nemeşrû kirin ji bo berî bigirin ku welatiyên kurd encamên xeternak ên referandûmê nebînin bi hincetên cuda esker tên komkirin û hat destnîşankirin ku "Di rastiyê de jî ev (referandûm) ne ji bo berjewendiyên gelê kurd ji bo aliyên diyar ên ku li HKIyê hegemonya xwe pêk aniye ye."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên girêdayî HKIyê li derveyî sînorên herêmê xetereyê zêde dikin û çalakiyên provokasyon dikin, armanca vê jî ji bo ku dewleta li ser xîmên etnîk bê damezrandin welêt bixe nav şerê navxweyî ye û wiha hat gotin:
"Hêzên çekdar ên HKIyê tehdît in. Welatiyên li derveyî herêmên kurdan didin koçkirin û berî digirin ku astengdar vegerin malên xwe. Ev jî hewla guherandina demografiya welêt û Iraqê dixe nav pevçûnên xwîndar."
Di daxuyaniyê de her wiha dan zanîn ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Iraqê destnîşan kir ku herêmên binîqaş dê ji aliyê hêzên federal û hêzên hikûmeta herêmî yên di bin emrê wê de bên birêvebirin.