Ferizat Kaya
01 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Hezîran 2017
ANKARA
Mutabaqata vejenê ya di navbera Tirkiye û Pakistanê de hatibû îmzekirin ji aliyê Lijneya Wezîran ve hat qebûlkirin.
Biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Bi mutabaqatê di navbera her du welatan da di qada vejenê de hevkariya zanistî û bazirganî bê geşkirin. Her du alî di qada vejenê de ji bo teşwîqa veberhênanê dê mişterek bixebitin.
Ji bo ku hevkariya di navbera saziyên giştî û taybet ên her du welatan da qewîn bibe, dê parvekirina agahî û pisporiyê bê teşwîqkirin.
Di vê çarçoveyê da ji bo li her du welatan teknolojiyên komira paqij û lêgerîn û geşkirina kana komirê pêşve here, dê agahî bên parvekirin. Her wiha di sektora ceyranê û geşkirina binesaziya ceyranê de dê hevkarî bê kirin.