Haydar Şahin
01 Hezîran 2017•Rojanekirin: 02 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Meclisa Îxracatvanan a Tirkiyeyê (TÎM) daneyên îxracatê yên gulana 2017an bi beşdariya Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî di civîna li Kampusa Arçelîk Çayirovayê da eşkere kirin.
Zeybekçî di vekirina civînê da li ser daneyên meha gulanê agahî dan û ragihand ku li gor daneyên TÎMê îxracat di meha gulanê da li gor gulana par ji sedî 15,8 zêde bû û derket 12 milyar û 472 milyon dolarî.
Zeybekçî diyar kir, li gor daneyan di 5 mehên ewil ên salê da îxracat ji sedî 10 zêde bû û 63 milyar û 146 milyon dolar pêk hat û wiha dewam kir: "Îxracata me ya 12 mehan jî ji sedî 5,2 zêde bû û derket 146 milyar û 958 milyon dolarî."