WASHINGTON
Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan li paytextê DYAyê Washîngtonê, di civîna Enstîtuya Fînansê ya Navneteweyî ya ku dê du rojan dewam bike de, axivî. Babacan diyar kir ku ew weke wezîr cara ewil di 2002an de beşdarî civîna G20ê bû. Guherînên ku di G20ê de pêk hatin jî bilêv kir û wiha pê de çû: "Li gor min tiştê ku G20ê girîng dike nunertiya wê ye. Him nunertiya welatên pêşveçûyî, him nunertiya welatên pêş ve diçin û him jî nunertiya hêz û erdnigariyê dike û ji ber vê jî giring e.
Babacan diyar kir ku Tirkiye jî dê di 2015an de serokatiya heyamê ya G20ê bigre ser xwe û amadehiyên ku ji niha ve dike û wiha got: "Em ê di dema serokatiya xwe de li ser mijarên sereke yên ku niha jî li ser tên sekinandin, bixebitin. Ji bilî vê jî ji bo ku G20 li giştiyê dinyayê xebatên xwe zêde bike, em ê hewl bidin. Em ê bi taybetî li ser mijara "Gelo G20 dê çawa bi kêrî welatên paşvemayî bê?" bisekinin.