09 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê hin esnafên ku ji ber bûyerên terorê dikanên xwe girtin, li semtên din dikanên xwe cardin vedikin.
Li navçeyê ji ber bûyerên terorê gelek dikan hatin girtin, lê hin dikandar û esnafên ku dikanên xwe girtin, li semtên ku qedexeya derketina derva tuneye û bi ewle ye, cardin dikanên xwe vedikin.
Ji esnafan B.Y. ku eşyayên xwe ji dikana xwe ya li ser kolana Gaziyê bir dereke din daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku piştî kolandina xendekan û destpêkirina bûyeran mexdûr bûye.
B.Y. diyar kir ku ji ber bûyerên terorê qederê 40 rojan dikana wî girtî ma û wiha xeberda: "Zirara me mezin e. Derdora me li Sûrê ye. Her çiqas em nêzî Sûrê bin jî zêde îş nabe. Ji derveyî bajêr jî muşteriyên me hebûn, li ji ber rewşê nikarin werin. Niha em ne dikarin bikirin û ne jî dikarin bifiroşin."
Ji esnafan H.A. jî diyar kir ku piştî bûyer zêde bûn li dereke nû geriyane.
H.A. destnîşan kir ku li semteke din bi alîkariya esnafan di xanekê da dikan girtiye û wiha got: "Muşteriyên me neman. Ji ber ku em nikarin tiştekî bişînin, ew jî bi firmayên din ra dixebitin. Li Sûrê her kes dixwaze here dereke din. Hin kes di depoyên xwe da danûsitandinê dikin."
R.A. jî diyar kir ku ji ber bûyerên terorê dikana xwe bar kiriye.
R.A. destnîşan kir ku bûyeran zirareke mezin da esnaf û gelê Diyarbekirê û wiha xeberda: "Mesele çi dibe bila bibe, divê demildest were çareserkirin. Firmayên din jî çûn ciyên din. Hin kes jî mane. Gel ji ber bûyerên li Sûrê xemgîn e. Sûr qelbê Diyarbekirê bû. Ji ber ku muşteriyên me li derveyî bajêr in, gelek kes çûn firmayên din."