Elif Orhan
20 Nîsan 2019•Rojanekirin: 26 Nîsan 2019
Di "Fuara Mucewheran a Mezopotamyayê" ya ku cara sêyemîn li Diyarbekirê tê lidarxistin da ton û nîvek zêr û mucewher hatin rapêşkirin.
Fuar ji hêla Odeya Zêrkar û Zêrfiroşên Diyarbekirê va li Navenda Kongre û Fuarê ya TUYAPê tê lidarxistin û di fuarê da hilberîner, tomerîfiroş û firmayên îxracatkar ên zêrkar û qada mucewheran da beşdarî fuarê bûn.

SerokêOdeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê Mehmet Kaya got ku çanda xişir û zêrkariyê ya ku ji rabirdûyê va tê ji axa vê herêmê derketiye.
DIYARBAKIR (AA) - Di "Fuara Mucewheran a Mezopotamyayê" ya ku cara sêyemîn li Diyarbekirê tê lidarxistin da ton û nîvek zêr û mucewher hatin rapêşkirin. Fuar ji hêla Odeya Zêrkar û Zêrfiroşên Diyarbekirê va li Navenda Kongre û Fuarê ya TUYAPê tê lidarxistin. ( Aziz Aslan - Anadolu Agency )
Kaya destnîşan kir ku dema mirov li berhemên ku ji Girê Kortikê hatin derxistin nîşan didin ku 7 hezar sal beriya niha li vê herêmê xişir hebûne û wiha axivî: "Diyarbekir ji bo Fuara Zêrkariyê ya Mezopotamyayê bajarekî îdeal e. Em di fuarkariyê da dibin wek navenda herêm û Rojhilata Navîn. Em bawer dikin ku ev fuar dê wisa mezin bibe ku dê Rojhilata Navîn jî bigire nav xwe. Em ê bi hev ra binesaziya ku vê fuarê hem li Diyarbekirê hem jî li Rojhilata Navîn li dar bixin ava bikin."
"Fuara Mucewheran a Mezopotamyayê" deriyên xwe vekirin

Kaya qal kir ku hewcehiya herêmê bi fuarên bi vî awayî hene û got ku dê li Diyarbekirê fuarkariyê pêş bixin.
Kaya got dê her cure piştgiriyê bidin saziyên dixwazin ku li bajêr fuarê li dar bixin.
Piştî axaftinan fuar hat vekirin û dîzaynên di standan da rastî eleqeyeke mezin hat.
Fuar dê sê rojan vekirî bimîne.