Gökhan Yılmaz
30 Nîsan 2026•Rojanekirin: 30 Nîsan 2026
Rêhewayên Tirk (THY) ragihand, geştên bo Şam, Beyrût û Amanê yên ku ji ber sedemên ewlehiyê yên di qada asîmanî da hatibûn rawestandin, dê di 1ê Gulanê da jinûva dest pê bikin.
Di daxuyaniya li ser malpera THYyê da hat destnîşankirin ku geşt dê ji 1ê Gulanê û pê va jinûva dest pê bikin.
Geştên asîmanî ji 28ê Sibatê û vir va ku êrîşên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dest pê kiribûn, nayên kirin.